Doza Dîlan Kortak: Lêpirsîn bêalî nayê birêvebirin 2022-12-03 12:45:58   ÎZMÎR - Parêzer Bulent Aşa diyar kir ku di ser kuştina Dîlan Kortak re 7 sal û di ser biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn re jî 2 sal derbas bûne û divê lêpirsîn bi awayekî bêalî nehatiye kirin.    Di doza Dîlan Kortak (20) ya ku di 3'ê Kanûna 2015'an de li Sancaktepeya Stenbolê di serdegirtina malê de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, tevî 7 salan jî derbarê kiryaran de lêpirsîneke bi bandor nehate kirin. Li ser îxbara Midûriyeta Polîsan a Stenbolê, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Anadoluya Stenbolê ve di çarçoveya "rewşa derengmayî" de biryara lêgerînê hat dayîn û bi sedan polîs bi helîkopteran bi ser mala wê de girtin. Di vê serdegirtinê de Kortak bi 25 guleyên ku li bedena wî ketin hat kuştin.   Têkildarî kuştina Kortak gilî li dozgeriyê hatibû kirin û dozgeriyê pişt3i 101 rojî biryara “hewcehî bi dozê nîne” dabû. Dozgeriyê polîsên ku Dîlanê kuştibûn parast û derbarê wan de lêpirsîn neda destpêkirin. Tevî hemû serlêdan û îtîrazên parêzeran jî dozgeriyê derbarê polîsan de lêpirsîn neda destpêkirin û kuştinê lêkolîn nekir. Parêzeran her çiqas serî li 2’yemîn Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Anadolûya Stenbolê dabû lê dadgeriyê serlêdana parêzeran red kir. Li ser vê yekê parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû û AYM’ê di 10’ê kanûna 2019’an de derbarê bûyerê de diyar kiribû ku lêkolînek ango lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin û di warê rêbaz de mafê jiyanê hatiye binpêkirin û ji dozgeriyê xwestibû lêpirsîn ji nû ve bê kirin.    BAVÊ DÎLANÊ HAT DARIZANDIN    Têkildarî kuştina Kortak li şûna ku doz li polîsan bihata vekirin lê derbarê bavê wê Îbrahîm Kortak de bi hêceta axaftina merasîma cenaze de doz lê hat vekirin. Doza li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê dihat birêvebirin di 5’ê mijdara 2021’an de derbarê Kortak de biryara beraetê hat dayîn.    TU PÊŞKETIN NÎNE   Parêzerê dosyeyê Bulent Aşa pêvajoya doza piştî biryara AYM’ê nirxand û destnîşan kir ku tê xwestin kujer bêceza bên hiştin. Aşa diyar kir ku piştî biryara AYM’ê lêpirsîn ji nû ve hatiye destpêkirin û lê tu pêşketin nebûye. Aşa anî ziman ku polîsên ku Dîlanê kuştine ji FETO hatine îxrackirin ûpiştî biryara AYM’ê di çarçoveya dosyeyê de tenê du polîsên ku tev li operasyonê bûne îfadeyên wan hatine girtin.    ‘DIXWAZIN KUJER BÊCEZA BÊN HIŞTIN’    Aşa da zanîn ku ji bo lêpirsînek bi bandor bê kirin divê lêpirsîn ji aliyê organek bêteref ve bê birêvebirin û lê dosye tê binpêkirin. Aşa anî ziman ku li gel ku bi ser biryara binpêkirinê ya AYM’ê ve 2 sal derbas bûne û bi ser kuştina Kortak ve 7 sal derbas bûne jî lêpirsîn gelek sist tê birêvebirin û daraz dixwaze dosyeyê bêceza bihêle û polîtîkaya bêcezatiyê bisepîne û polîs bên beraetkirin.