Xalid: Tirkiye dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike 2022-12-03 09:49:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid diyar kir ku divê dinya bertekên xwe nîşanî êrişên dewleta tirk bide û got: “Dewleta tirk ne bi tenê herêmê dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike."    Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid, li ser êrişên hewayî yên ku Tirkiyeyê şeva 19’ê Mijdarê li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan destpêkirin, ji ANF’ê re nirxand.    ‘ÊRIŞ ROJEKÊ JÎ NESEKINÎN’   Xalid diyar kir ku ji Şoreşa Rojava û vir ve, dewleta Tirk êrişê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û wiha got: “Rojek jî êrişên dewleta Tirk ên bi ser herêmê nesekinîne. Di encama êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê de Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Cerablus, Bab û Ezaz hatin dagirkirin. Bi êrişên ku dewam dikin dixwazin berfirehtir bikin. Mixabin meha Mijdarê de careke din dewleta Tirk li xwarina gefan li herêma me dewam dike.”   ‘DIXWAZIN HERÊMÊ JI MIROVAN XALÎ BIKIN’   Xalid bal kişand ser sûcên şer ên dewleta Tirk û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk, bi êrişên niha û êrişên berê, gelek sûcên şer kirin. Êrişê sivîlan û binesaziyan hat kirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sûcê şer dikin. Her kes dizane ku wê ev êriş bibin sedema krîza mirovî. Polîtîkaya qirkirina xelkê herêmê tê birêvebirin. Bi van êrişan dixwazin ku çavên gelê me bitirsînin da ku herêm ji mirovan xalî bibe.”   ‘BERTEKÊN LI DIJÎ KOMKUJIYA DÊRIKÊ, BÊ BANDOR BÛN’   Xalid bal kişand bi ser bêdengiya hêzên navneteweyî û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Bertekên li dijî komkujiya Dêrikê bê bandor bûn. Li herêmê ne bi tenê dewleta Tirk êrişê me kir. Em bi rû bi rûyê hovîtiya DAÎŞ’ê jî bûn. Me herêm û cîhan ji belaya DAÎŞ’ê rizgar kirin. Xelkên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herêm ji DAÎŞ’ê parast û cîhan jî ji terorê paqij kir. Yên ku li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyan, îro rû bi rûyê terora dewleta Tirk û DAÎŞ’ê ne, lê cîhan hêj dengê xwe nake. Bi deh hezaran kes ji bo cîhanê û herêmê ji terorê rizgar bikin, canê xwe feda kirin. Tevî ewqas fedakariyê kes dengê xwe nake.”   ‘BI TENÊ GELÊ ME LI HERÊMÊ XWEDÎ DERKET’   Xalid îşaret bi bertekên xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li dijî êrişan kir û wiha got: “Yên ku xwedî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketin, bi tenê gel in. Gelê me van êrişan qebûl nake. Gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan, Ermen û Çerkez ji dema Şoreşa Rojava û vir ve xwedî helwest in, di soza parastina herêmê de bi israr û biryar in. Me Rêveberiya Xweser jî helwesta xwe eşkere kir. Em destûr nadin ku kes dest dirêjê destkeftiyên şehîdên me û Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Em ê Şoreşa Rojava bibin serî û wê û Şoreşa Rojava bibe modelek ji bo Sûriyeyê.”   ‘EM Ê ÊRIŞAN PÛÇ BIKIN’   Bêrîvan Xalid bang li xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir li dora Rêveberiya Xweser kom bibin û got: “Em ê bi hev re van êrişan pûç bikin. Em destkeftiyên şehîdên xwe, ne ji dewleta Tirk re ne jî terora DAIŞ’ê re nahêlin.”   Xalid bang li civaka navneteweyî kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: "Divê dinya xwedî li Rojava derkeve û bi helwestekê li ber êrişan rabibe. Dewleta tirk ne bi tenê herêmê, dixwaze ku Sûriyeyê bixe destên xwe. Divê dinya êdî dengê xwe ji dewleta tirk re bike.”