Doza Kobanê: Di mutalaayê de derheqê Kişanak de tespîtek nehatiye kirin 2022-12-02 13:54:13   ENQERE - Parêzer Cîhan Aydin diyar kir ku tev li mutalaaya dozger a di Doza Kobanê de nabe û da zanîn ku derheqê miwekîla wî Gultan Kişanak de tespîtek nehatiye kirin.    Rûniştina 8’an a danişîna 19’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de 17 jê girtî bi giştî 108 kes ji ber çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn lidarxistin tên darizandin, li Eywana Danişînan a Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin.    Danişîn, ji hêla şandeya 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin. Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kes tev li danişînê bûn.    Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê û girtîgehên din, bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.    DADGEH BI DEREWÊN ŞAHIDAN QANEH BÛ   Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan û bi xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin dest pê kir. Piştre jî bi parastina siyasetmedara kurd Ayşe Yagci domiya. Yagci, da zanîn ku di îdianameyê de têkildarî wê du şahid hene û wiha got: “Gotinên van kesan şênber nînin û li ser bingeha derewan hatine kirin. Hem di îfadeyên min de, hem di îfadeyên parêzerên min de û hem jî di îfadeyên Mesût Bagcik de derket holê ku ev kes derewan dikin. Hûn jî bi vê yekê qaneh bûn ku we hevalê me Mesût berda. Ev rewş ji bo me jî derbasdar e. Divê ev hiqûq ji bo her kesî derbadar be.    TU ELEQEYA MIN BI BÛYERAN RE NÎNE   Tu eleqeya min bi bûyerên 6-8’ê Cotmehê re nîne. Gelo bi kê daye kirin? Ji sala 2007’an heta sala 2017’an tenê carekê jî nehatim binçavkirin. Min xebatên xwe di nava siyaseta demokratîk de meşandin. Dema ku em pêvajoya du salên dawî ya rewşa girtî jî digirin berçavan, dixwazin ku werim berdan.”    DI DOZÊ DE DEWŞET GILÎKER E!    Piştre jî Endama MYK’a HDP’ê ya berê Zeynep Karaman parastina xwe bi kurdî kir. Karaman, diyar kir ku biryara navberê ya qebûlkirina tevlibûna dozê ya şandeya dadgehê rast nîne û wiha domand: “Ev sazî û kesek reqîbên me yên siyasî ne. Tiştekî rast nîne ku partiyên weke AKP, MHP, BBP û saziyên din ên dewletê di vê dozê de gilîker bin. Ev kes derheqê dozê de her tim daxuyaniyan didin û zextê li şandeya dadgehê dikin. Tevî vê yekê jî hûn çawa daxwaza wan a tevlibûnê qebûl dikin? Hûn bi vê biryara xwe re dibêjin; ‘li aliyekî kurd û li aliyê din saziyên dewletê.’ Wê demê çi wateya vê dadgehê dimîne? Hûn hebûna xwe jî înkar dikin.    DOZGER BERDEVKÊ AKP’Ê YE    Tu eleqeya agahî û belgeyên ku dozger di mutalaaya xwe de zêde kirine bi Doza Kobanê re nînin. Gelo dê ji vir û şûnde çalakiyên PKK-KCK’ê jî bînin û li doza me zêde bikin? Em li bendê ne ku dozger êdî mutalaayeke ku delîlên şênber tê de amade bike. Bila saziya dozgeriyê mîna berdevkiya AKP’ê bi kar neyîne. Ji bo ku xwe şêrîn nîşanî aliyên siyasî bide mutalaayeke wiha amade dike lê ev şerm e.”    Siyasetmedara kurd Aynûr Aşan jî destnîşan kir ku gilîkeriya saziyên dewletê tiştekî qanûnî nîne û xwest ku şandeya dadgehê ji vê biryara xwe lêve bibe.    DERHEQÊ KIŞANAK DE TESPÎTEK TUNE YE   Parêzer Cîhan Aydin jî di danişînê de got ku tev li mutalaaya dozger nabe û ev tişt anî ziman: “Dozger ji bo Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak bi israr dibêje ku parlamentera HDP’ê ye. Bi darê zorê tespîteke wiha dike û ev tiştekî rast nîne. Dozger dibêje; ‘li ser fermana rayedarên payebilind ên PKK’ê tevgeriyan û sûcê endamtiyê kirine.’ Ji bo rewşa ku dozger tîne ziman Saziya Zimanê Tirkî (TDK) wiha dibêje; ‘rewşeke ku di rastiyê de tune lê weke ku hebe tê hesibandin.’ Di mutalaayê de ji bo Gultan Kişanak ne tespîtek ne jî daxwazek heye. Li hemberî we jineke ku li dijî îşkenceyên herî giran ên Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê têkoşiyayî heye. Ev 76 meh in bi awayekî derhiqûqî tê ragirtin. Dema ku hûn gotinê ji miwekîla min re dikin, hinek sînorên xwe bizanin. Heke hûn fermanan bixwazin, di vê dosyayê de pir hene. Îdianameya 6 sal piştre hatî amadekirin, girtekên sexte û şahidên derew. Ev, nîşaneya gelek fermanan in. Di raya giştî te bi vekirî ferman tên dayîn.    DÎROKA GIRTEKÊ HATIYE GUHERANDIN   Tevahiya îdianameyê li ser dosyaya derheqê miwekîla min de tê amadekirin. Derket holê ku ev girtek ji bo hilberandina sûc hatiye amadekirin. Dibêjin ku dîroka girtekê bi şaştî xelet hatiye nivîsandin. Lê pir aşkeraye ku bi şaştî xelet nehatiye nivîsandin. Wê demê em jî bibêjin, me di filane dîrokê de wiha gotiye lê me dixwest wiha bibêjin. Ji bo giliyê min derheqê Ahmet Altun de li HSK’ê kiribû jî hêj biryar nehatiye dayîn. Miwekîla min ev 6 sal û meheke girtî ye. Derketibû holê ku tu têkiliya Kişanak bi vê dosyayê nîne. Lewma jî dixwazim ku miwekîla min were berdan.”    Piştî axaftina Aydin, şandeya dadgehê heta saet 14.00’an navber da.