Jinan îfade neda Midûriyeta Polîsan a Enqereyê 2022-12-02 13:32:22   ENQERE - Jinên di çarçoveya lêpirsîna li dijî TJA’yê de hatine binçavkirin, li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê li dijî sepanên îşkenceyê îfade nedan.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî Tevgera Jinên Azad (TJA) lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de di 29’ê mijdarê de derbarê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Li Amed, Mûş, Agirî, Dîlok, Sêrt, Stenbol û Îzmîr di nav de li 14 bajaran di serdegirtinên malan de heta niha 18 jin hatine binçavkirin. Karûbarên îfadeyên jinên binçavkirî yên li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê bi dawî bû.    SÎNYALA ÎSTASYONA BAZÊ KIRINE DELÎL    Xebatên jinan ên di navbera 2011 û 2020’an de kirine mijara sûc. Balkêşe ku sînyalên ji îstasyona bazê ya civîna jinan ku beşdar bûnê kirine delîlên sûc. Di lêpirsîna ku spartina qeydên HTS’ê de bi taybetî sînyalên îstasyona bazê yên civînên TJA û HDK’ê yên li Amed, Stenbol, Îzmîr û Enqereyê lê hatine barkirin. Jinên binçavkirî ji ber xebatên xwe bi îdiaya “rêveberiya rêxistinê” û “xebata li ser navê rêxistinê” tên tawanbarkirin.    ŞAHID HEMAN IN!   Di lêpirsînê de cih dane beyanên şahidên navê wan eşkere û navê wan veşarî ne. Şahidê veşarî “Ulaş” û Merdan Ruştu Ovalioglu ku navê wan di Doza Kobanê de cih digirin, di vê lêpirsîna jinan de jî navê wan derbas dibe.    JINAN ÎFADE NEDAN   Karûbarên binçavkirina jinên binçavkirî duh êvarê dest pê kir. Jinan li dijî sepanên îşkenceyê li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê îfade nedan. Tê payîn ku ji bo jin îfade bidin dozgeriyê di nava rojê de wan bibin Dadgeha Enqereyê.