Hewl dan Yuksel a ku 5 sal berê miriye jî binçav bikin! 2022-12-02 13:23:00   STENBOL - Di operasyona serdegirtina malên jinên kurd de polîsan bi ser mala endama YJA-Starê Turkan Yuksel ku di sala 2017’an de jiyana xwe ji dest dabû de girtine û pirsa, "Turkan li ku ye?" kirine.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî Tevgera Jinên Azad (TJA) lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de di 29’ê mijdarê de derbarê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Li Amed, Mûş, Agirî, Dîlok, Sêrt, Stenbol û Îzmîrê di serdegirtinên malan de heta niha 18 jin hatine binçavkirin. Kêliya binçavkirinê jin ji pişt ve hatin kelemçekirin û bi otobusan birin Enqereyê. Li ser dosyeya jinên hatine binçavkirin biryara veşarî hatiye sepandin. Heta niha derbarê hêceta binçavkirina jinan de agahiyek zelal nehatiye bidestxistin.    ÇEK XISTINE SERÊ FERDÊN MALBATÊ    Li gorî nûçeya JINNEWS'ê; di çarçoveya vê lêpirsînê de polîsan bi ser mala malbata endama YJA-Starê Turkan Yuksel (Nûdem Nûrheq) a di nîsana sala 2017’an de di êrişa hewayî de li Şirnexê jiyana xwe ji dest daye ku li navçeya Ataşehîra Stenbolê dijî girtiye. Di serdegirtina ku ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatiye kirin de kekê Yuksel û hevjîna wî avêtine erdê û sîleh xistine serê wan.    POLÎS: TURKAN LI KU YE?   Piştî ku polîsan li malê lêgerîn pêk aniye pirsa, “Turkan li ku ye?” ji malbatê kirine. Malbatê gotiye ku Turkan Yuksel jiyana xwe ji dest daye û ev yek di qeydan de heye lê li ser vê yekê polîsan gotiye, “Di nifûsê de qeyda têkildarî mirina wê tune ye” û lêgerîna li malê dewam kirine. Piştî ku polîs li malê lêgerînê pêk anîne ji malê veqetiyane.    RÊBAZÊN FERMÎ HATIYE SEPANDIN    Turkan Yuksel di sala 2017'an de li herêma Kato Jirka ya Şirnexê di êrişên hewayî de jiyana xwe ji dest da û li Şirnexê li "Goristana Bêkesan" hatibû veşartin. Cenazeyê Yuksel di 30'ê îlona 2018'an de piştî serlêdana malbatê ya li dozgeriyê û testa DNA'yê bi dawî bû, li gundê Qentarme yê navçeya Elbistana Mereşê hate veşartin. Di merasîma cenaze û definkirinê de hemû rêbazên fermî hatin sepandin. Tevî ku di qeydên fermî de mirina Yuksel heye jî bi ser mala Yuksel de girtin û lêgerîn kirin.