105 parêzeran ji bo tecrîdê serî li Baroya Amedê dan 2022-12-02 13:02:42   AMED - Şaxa OHD’a Amedê têkildarî tecrîda sîstematîk a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî da û bi daxwaza ku li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê, bi tevlibûna 105 parêzeran serî li Baroya Amedê dan.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û serlêdana xwe li avahiya komeleyê daxuyanî da. Gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Hevserokê OHD’a Amedê Muharrem Şahîn ve hat xwendin. Şahîn, diyar kir ku ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, rakirina qedexeya hevdîtina bi parêzeran re, sûdgirtina mafên xwe yên hiqûqî ya miwekîlan û bicihanîna peywira xwe ya parêzeran, divê di serî de baro, Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê û Wezareta Dadê peywira xwe bi cih bînin û li gorî berpirsyartiyên xwe tevbigerin.    ‘HIQÛQA NAVXWEYÎ BÊBANDOR BÛYE’    Şahîn, anî ziman ku Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê cihekî derhiqûqî ye û wiha domand: “Hiqûqa hundir û ya navneteweyî hatiye bêbandorkirin, di sibata sala 1999’an de bi taybet ji bo birêz Abdullah Ocalan hatiye avakirin û girtîgeheke giravê ya yekkesî ye. Ji wê rojê heta niha jî bi statûya taybet û sepanên ji bo şexs taybet hatiye birêvebirin. Birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar û birêz Veysî Aktaş ku li gel birêz Abdullah Ocalan tên ragirtin, di tevahiya pêvajoya girtina xwe ya li giravê de di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de hatine ragirtin.    Ji bilî çendek hevdîtinên di navbera gulan-tebaxa 2019’an de, ji 27’ê tîrmeha sala 2011’an heta îro di tevahiya 11 salan de tu hevdîtin bi birêz Abdullah Ocalan re nehatine kirin. Ji sala 2014’an heta niha jî bi birêz Ocalan re tenê çendek hevdîtin hatine kirin. Heta niha kariye tenê 2 caran li ser telefonê biaxive û hevdîtina dawî jî di 25’ê adara 2021’an de hate kirin ku pir kin domiya û piştre telefon hat qutkirin.   NIKARE MAFÊN XWE YÊN HERÎ BIÇÛK JÎ BI KAR BÎNE    Ji 25’ê adara 2021’an heta niha tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Birêz Ocalan, nikare mafên xwe yên qanûnî yên herî biçûk jî bi kar bîne. Tevî qanûna di CMK’ê ya têkildarî hevdîtina parêzer û miwekîlan jî, ev maf ji hêla îdareyê ve bi awayekî derhiqî tê binpêkirin. Qaîdeyên hiqûqê ji bo hemû kesî derbasdar bin. Dervehiştina derdor an jî şexsan a ji van qanûnan, binpêkirina hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye. Her wiha binpêkirina rêgeza wekheviyê ye. Mafên ji bo girtiyên li girtîgehên cuda, ji bo birêz Ocalan jî derbasdar in. Nexwe qala rêgeza wekheviyê û dewleta hiqûqê nayê kirin. Derdora ku herî zêde girêdayî qaîdeyên hiqûqê, ew kes in ku hiqûqê bi cih tînin anku rêveberin. Lê di halê hazir de xuya dibe ku yên rê li ber binpêkirinên giran ên hiqûqî vedikin, kesên bi bicihanîna hiqûqê peywirdar û rêveberiyên girtîgehan in.    MECBÛRIYETEKE MIROVÎ YE   Di çarçoveya xalên li jor hatin destnîşankirin de; ji bo ku tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi dawî bibe, ji bo ku qedexeya hevdîtinê ya bi parêzeran re bê rakirin, ji bo ku girtî bikarin mafên xwe yên di çarçoveya hiqûqa navxweyî û ya navneteweyî de bi kar bînin û ji bo ku parêzer bikarin peywira xwe bi cih bînin, divê tevahiya hiqûqnasan, baro, Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê û Wezareta Dadê peywira xwe bi cih bîne. Ev yek, berpirsyariyek û mecbûriyeteke hiqûqî û mirovî ye.”    Şahîn, da zanîn ku bi daxwaza ku li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê, li gel 105 parêzeran serî li Baroya Amedê dane.