Erişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê bê şermezarkirin 2022-12-02 12:45:23   STENBOL - Êrişa bombeyî ya beriya 28 salan li dijî rojnameya Ozgur Ulkeyê hate pêkanîn sibê dê li Kadirgaya Stenbolê bê şermezarkirin.    Bi ser bombekirina rojnameya Ozgur Ulke ya di 3’ê Kanûna 1994’an de bi şev hat kirin re 28 sal derbas bûn. Beriya 28 salan buroya navendî ya rojnameyê ya li Çagaloglû ya Stenbolê û buroyên Kadirga û yên li Enqereyê bi awayekî hemwext hatin bombekirin. Di encama êrişê de xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da, 23 rojnamevan û xebatkar jî birîndar bûn.    Rojnameya Yenî Yaşamê bi boneya salvegera bombekirina rojnameyê, wê sibê li ber avahiya kevin a rojnameyê ya li Kadirgayê çalakiyeke bîranînê li dar bixe. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), nûnerên saziyên sivîl ên civakî û rojnamevan dê tev li bîranîna ku dê saet di 11.00’an de pêk were bibin.    Piştî daxuyaniya li Kadirgayê were kirin, dê serdana gora Ersîn Yildiz ê di êrişê de jiyana xwe ji dest dabû ya li Goristana Yeşîlpinar dê were ziyaretkirin.