Ferît Şenyaşar: Erdogan neçare vê dayikê bibîne 2022-12-02 11:55:41   RIHA - Ferît Şenyaşar ê Nobeta xwe ya Edaletê didomîne têkildarî serdana Serokkomar Erdogan a Rihayê ev tişt gotin: “Heke serokkomar, serokê gel be neçare vê dayikê bibîne.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 634’emîn de berdewam kir. Malbat ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê, hate ber deriyê edliyeyê û dest bi nobetê kir.    Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe re nobetê digire wiha got: “Serokomarê ku beriya demekî kurt çûbû Amedê serdana malbatên li wir kiribû û piştgirî dabû wan. Serokkomar wê sibê were Rihayê. Li vê derê dayikek li dijî zilmê nobetê digire. Heke serokkomar, serokê gel be neçare vê dayikê bibîne. Rengê hesrên çavên dayikan nîne.”