Dema binçavkirina Manap a 30 sal in girtî ye hate dirêjkirin 2022-12-02 11:53:48   KOCAELÎ - Dema binçavkirina Şadiya Manap a roja da were berdan ji ber lêpirsîneke din li girtîgehê hate binçavkirin, rojekê hate dirêjkirin.    Şadiye Manap a 30 sal in girtî bû da duh ji Girtîgeha Jinan a Gebzeyê were berdan. Lê roja ku were berdan hêj ji girtîgehê derneketî, di çarçoveya lêpirsîneke cuda ya di sala 2020’an de derbarê wê de hatiye destpêkirin hate binçavkirin. Manap a duh ji serê sibê ve li Miduriyeta Polîsan a Kocaeliyê tê ragirtin, duh bi şev karî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Dema binçavkirina Manap’ê rojeke din hate dirêjkirin.    Malbat û xizmên Manapê ku ji bo pêşwaziya wê ji bajarên cuda hatin jî ji ber dirêjkirina dema binçavkirinê niha sekinîne.