Hiqûqnasên rojavayî li dijî çekên kîmyewî ketin nava liv û tevgerê 2022-12-02 11:10:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Parêzeran û Komeleya Mafên Mirovan ên Herêma Cizîrê li dijî êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk dosya amade dike.    Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) diyar kiribû ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta tirk de li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe di 18'ê cotmehê de 17 gerilayan jiyana xwe ji dest daye. Ji 17 gerilayan 5 ji Rojava bûn. Piştî daxuyaniya NPG’ê, malbata gerîlayê HPG’ê Osman Ebdê (Serdem Agirî) ku di êrîşa bi çekên kîmyewî ya dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dabû bang li hiqûqnas û saziyên mafên mirovan kiribû ku vekirina doza derbarê dewleta tirk de piştgiriyê bidin wan. Yekîtiya Parêzeran û Komeleya Mafê Mirovan ên Herêma Cizîrê serdana malbata gerîlayê HPG’ê Serdem Agirî kiribû û piştî serdanê ragihandibûn ku wê dest bi amadekirina dosyaya têkildarî êrîşên kîmyewî bikin.   GELEK BELGE GIHIŞTINE BER DESTÊ ME   Têkildarî mijarê Endamê Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Mihemed Emîn Neîmî ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re (ANHA) axivî. Mihemed Emîn Neîmî diyar kir ku wan dest bi amadekirina dosyaya têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî kirine û ev agadî dan: “Dosya wê êrîşên kîmyewî yên dewleta tirk ên li ser Herêmên Parastina Medya û Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bigire nava xwe. Ji gelek aliyan ve tê hazirkirin. Ji malbat, kesayetên serbixwe û rojnamevanan belge gihiştine ber destê me. Belge û dîmenên ku HPG'ê û Gerîla Tv'yê weşandine jî em ê bikar bînin.”   DOSYA WÊ PÊŞKEŞÎ SAZIYÊN TÊKILDAR BÊN KIRIN   Mihemed Emîn Neîmî da zanîn ku ew ê dosyayê di demeke nêz de bidawî bikin û pêşkêşî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên mafên mirovan bikin. Mihemed Emîn Neîmî got ku ew ê li Dîwana Edaletê ya Lahey jî giliyê dewleta tirk bikin.