Daxwaza vekirina Cemiyeta Rojnamegerên Azad nehat qebûlkirin 2022-12-02 10:50:13   AMED - Komîsyona Lêkolîna Kirariyên Rewşa Awarte, daxwaza vekirina Cemiyeta Rojnamegerên Azad û Komeleya Nivîskarên Kurd 7 sal piştre red kir.    Rewşa Awarte (OHAL) ku piştî hewldana leşkerî hatibû ragihandin, di çarçoveya rayeya Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hem Cemiyeta Rojnamegerên Azad û hem jî Komeleya Nivîskarên Kurd girtibû. Daxwaza vekirina cemiyet û komeleyê hate redkirin. OHAL, di sala 2016’an de hate ragihandin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi mebesta ku “telafîkirina kar û barên xelat ên ji ber OHAL’ê”, Komîsyona Lêkolînkirina Kirariyên OHAL’ê ava kiribû. Komîsyona navborî, daxwaza vekirina Cemiyeta Rojnamegerên Azad û Komeleya Nivîskarên Kurd piştî 7 salan red kir. Serlêdanên Komele û Cemiyetê ku di 22’yê mijdara 2020’an de hatibûn girtin,  bi piraniya dengan hatin redkirin.    LÊKOLÎNA UYAP’Ê HAT KIRIN    Di biryara redê de, lêkolîna li ser Pergala Înformatîk a Tora Darazê (UYAP)hatiye kirin de hat îdiakirin ku Komeleya Nivîskarên Kurd û Cemiyeta Rojnamegerên Azad girêdayî PKK’ê hatine avakirin. Hat destnîşankirin ku têkildarî hinek endamên Komele û Cemiyetê de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê”, “tevlibûna civîn û xwepêşandanên bêdestûr” û hwd. lêpirsîn û doz hatine vekirin û ev yek jî nîşaneya têkiliya wan kesan a bi rêxistinê re ye.    Komîsyona Lêkolînkirina Kirariyên OHAL’ê serlêdanên Cemiyet û Komeleyê bi îdiaya “ewlehiyê” red kir. Biryar, bi dengên 6 endamên komîsyonê hate dayîn.