Ji binçavkiriyên Manîsayê 7 jê hatin berdan 2022-11-29 15:58:22   MANÎSA - Ji 17 kesên li Manîsayê hatin binçavkirin 7 jê piştî ku li emniyetê îfade dayîn hatin berdan.    Di encama serdegirtinên malan ên duh li Manîsayê de hevserok û rêveberên Partiya Demokratîk (HDP) ên navçeyan jî di nav de 17 kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan Fatmanûr Budak, Evrîm Aldanmaz, Pinar Çetîn û 4 kesên navên wan nehatin zanîn piştî kar û barên îfadegirtinê yên li emniyetê hatin berdan.    Hat zanîn ku Seher Gunay, Sûltan Aydin, Fadîle Gokturk, Evîn Gunsel, Kadriye Karagoz, Îbrahîm Halîl Mungan, Firat Daşkin, Emrah Sonmez, Melek Vural û Ersîn Gul jî dê piştî îfadeya li emniyetê sibe derxînin dozgeriyê.    Di dema binçavkirinê de beşdarbûna Newroza 2022’yan û parvekirinên li ser hesabên medyaya civakî ji binçavkiriyan hatin kirin.