Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em xwedî li Sûrê derkevin 2022-10-01 17:58:32       ENQERE - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, li hemberî "Mihrîcana Rêya Çandê ya Sûrê" ku dê Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê ew li dar bixe, bang li gelê Amedê kir ku dakeve kolanan.    Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê dê di navbera 8-16'ê Cotmehê de "Mîhrîcana Rêya Çandê ya Sûrê"li dar bixe. Desteya Rêvebir a Giştî ya Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî mîhrîcana navborî bi nivîskî daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca mîhrîcanê rewakirina serobinokirina taxên navçeyê û rûxandina avahiyên dîrokî yên di dema qedexeya derketina derve de hatine kirin û qetilkirina sivîlan ên di dema qedexeyê de ye û bang li amediyan hat kirin ku di vî warî de hesas bin.    Di adxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em bi feraseta kesên ku hestiyên Hakan Arslan di kîsikekî de dan baş dizanin. Bîra me teze ye û hinceta têkoşîna me ye. Bloga desthilatê ku nikare bi şer berxwedana gelê kurd bişikîne, niha careke din hewl dide sûcê li hemberî mirovahiyê bike. Çawa ku Plana Çokşikandinê ya li dijî gelê kurd bi berxwedana ciwanan hat şikandin, dê polîtîkayên şerê taybet jî bên rûxandin. Bi qasî rûxandin û bêdengiyê, bêhestiyarî jî qirkirin e. Di serî de gelê Amedê em bang li hemû ciwan û jinan û hemû saziyên demokratîk dikin ku li hemberî kesên ku hewl didin bîra me qir bikin û di bin navê mîhrîcanê de qirkirineke çandî bikin, xwedî bertek bin û xwedî li nirxên dîrokî yê Sûrê derkevin."