Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Meclisê dest pê kir 2022-10-01 16:22:19   ENQERE - Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Serdema 27’emîn a Meclisê bi rûniştina taybet a li Desteya Giştî dest pê kir.    Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Serdema 27’emîn a Meclisê bi rûniştina taybet a li Desteya Giştî dest pê kir. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî tev li merasîma vekirina Meclisê bûn. Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ji ber ku Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan bi tenê biaxive, tev li Desteya Giştî nebû.    Axaftina destpêkê ji ya li Desteya Giştî ji aliyê Serokê Meclisê Mustafa Şentop ve hat kirin. Şentop piştî axaftina xwe Erdogan vexwend ser kursiyê axaftinê yê Meclisê. Piştî axaftina Erdogan rûniştina taybet a Desteya Giştî bi dawî bû.