Li gel ku cezayê girtiyê nexweş Karakaş qediyaye jî nayê berdan 2022-10-01 16:14:10   ENQERE/ÎZMÎR - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî diyar kir ku girtiyê nexweş Adnan Karakaş ê 30 sal in girtî ye tevî ku nexweş e jî nayê berdan. ÎHD'ê jî li Îzmîrê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Suphî Îsmaîl.     Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 421’emîn de li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û pankartê daxwaza girtiyên nexweş bên berdan hat vekirin. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Adnan Karakaş ê li Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F’yê tê ragirtin.    Endama Rêveberiya Desteya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend û da zanîn ku Karakaş 30 sal in girtî ye û li gel nexweş e û cezayê wî qediyaye jî nayê berdan. Çevîrmen got Karakaş ji ber şert û mercên girtîgehê nexweş ketiye. Çevîrmen diyar kir ku berdana Karakaş tê astengkirin û xwest demildest were berdan.    ÎZMÎR    Rêveberên ÎHD'a Îzmîrê jî di hefteya 261'emîn de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Suphî Îsmaîl ê ji sedî 50 astengdar e û xwest girtiyê nexweş Îsamîl bê berdan. ÎHD'ê ragihand ku li gel nexweşxaneyê gotiye girtiyê nexweş Îsmîal li girtîgehê bimîne jî lê Desteya Tenduristiyê rapora "dikare di girtîgehê de bimîne daye û berdana wî tê astengkirin. Yüzde 50 engelli tutukluya 'tek başına kalabilir' raporu