Ji Soylû daxuyaniya nû: Bi pereşûtê hatine 2022-10-01 15:04:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ku derbarê çalakiya Mezîtliyê de angaştên bêbingeh dike, daxuyaniyeke nû da û angaşt ku HPG'iyên çalakî pêk anîne bi pereşûtê hatine Tarsûsê. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, derbarê çalakiya gerîllayên HPG'ê ya li dijî Mala Polisan a li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê de angaştên nû kirin. Soylû, vê carê jî angaşt kir ku navenda çalakiyê Amerîka ye û got ku HPG'iyên çalakî pêk anîne ji Minbicê bi pereşûtê hatine Tarsûsê.    Soylû, piştî çalakiyê angaşt kiribû ku çalakî ji aliye Dilşah Ercan ve pêk hatiye, lê HPG'ê Soylû derewandibû û ragihandibû ku çalakî ki aliyê endama wan Ercan ve nehatiye kirin. Piştî vê derewandinê Soylû gotibû ku texsîvan Ercan teşhîs kiriye.