Li Pîranşarê kolberek hat kuştin 2022-10-01 14:35:16   WAN - Hêzên rejîma Îranê, li bajarê li ser sînor Pîranşarê kolberek kuştin.     Li gorî nûçeyeke ku Kolbernewsê derbas kiriye, li bajarê li ser sînor rojhilatê Kurdistanê Pîranşarê hêzên rejîma Îranê gule berî komeke kolber dane. Di encama guleberdanê de li gundê Gezgesk ê bajar kolberê bi navê Şiwan Mûradî Eqdem (42) ku bavê 3 zarokan e jiyana xwe ji dest da.    Di nav 6 mehan de di êrîşên rejîma Îranê de 31 kolber hatin kuştin.