Xizmên windayan aqûbeta Narîn û Ozeken pirsîn 2022-10-01 13:32:06   AMED/ÊLIH - Xizmên windayan, aqûbeta Vahîd Narîn ku di sala 1992'yan de ji aliyê leşkeran ve hat kuştin û Mîkdat Ozeken ku di sala 1994'an de li Geverê piştî ku hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin pirsîn.    Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 712'an a çalakiya xwe ya "Bila winda bên  dîtin û faîl bên darizandin" de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê hatin gelhev. Rêveberên şaxên sendîkayên Amedê yên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) tev li çalakiya xizmên windayan bûn.    Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Yakûp Guven, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku kurd ji ber daxwazên xwe yên polîtîk hatine kuştin û ji bo dîtina kujerên wan lêpirsînên bibandor nayên kirin û ji ber bi sedan heftan e xizmên windayan di çalakiyê de ne û wiha got: "Tevî ku ewqas sal derbas bûne jî dewleteke ku lêborîn bixwaze nîne. Ji bo dosyayaa Ceylan Onkol biryar lêgerîna daîmî hatiye dayîn û kûjerên wê nehatine cezakirin. Heta ku faîl bên dîtin wê çalakiya me bidome."   Piştî axaftina Guven çîroka Vahîd Narîn ku di 2'ê cotmeha 1992'yan de li navçeya Pasûrê ya Amedê li otelekê ji aliyê leşkeran ve hat kuştin hat xwendin.   'HER SAL BOBELATÊ DIJÎN'    Keça Narîin Îkram Narîn axivî û ev tişt got: "Bû 30 sal, li Pasûrê bobelateke mezin pêk hat. Di nav vê bobelatê de bavê min hat kuştin. Bavê min esnafek bû. Mirovek welatparêz û aştîxwaz bû.. Girêdayî gelê xwe bû. Em her sal vê bobelatê dijîn. 30 sal derbas bû lê hê jî jana wî derbas nebûye. Me bi tu awayî dev ji doza xwe berneda. Tevî ku delîlên şênber hene jî me encamek negirt. Bi tu awayî kujer nehatin dîtin û radestî darazê nehatin kirin."   Piştî xwendina çîroka kuştina Narîn çalakiya rûniştinê pêk hat.    MÎKDAT OZEKEN   Li Êlihê jî xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê, di hefteya 548'emîn a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Kolana Gulistanê hatin gelhev. Di çalakiyê de xizmên windayan aqûbeta Mîkdat Ozeken ku di 7'ê îlona 1994'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî ku ji aliyê leşkerên Fermandarê Tabûra Geverê Mehmet Emîn Yûrdakûl ve li gundê xwe hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin pirsîn.    Di çalakiyê de Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Devran Yildiz çîroka windakirina Ozeken xwend û xwest ku dozger peywira xwe bi cih bîne.