Laçikên reş şewitandin û gotin 'em doza azadiyê dikin' 2022-09-29 17:35:29   STENBOL - Jinên îranî yên li ber Balyozxaneya Îranê qetilkirina Jîna Mahsa Amîniyê şermezar kirin, di çalakiyê de laçikên reş şewitandin û gotin: "Em doza welatekî dikin ku em azad bijîn."    Jinên îranî ên li Tirkiyeyê li ber Balyozxaneya Îranê ya li Çagaloglûyê qetilkirina Jîna Mahsa Amîniyê ku li Îranê ji aliyê "polîsên exlaqê" ve hatibû qetilkirin, şermezar kirin. Di çalakiyê de ku mêr jî tev lê bûn, dowîzên li ser "Tirkiye gelê Îranê bi tenê nehêle", "Jin, jiyan, azadî"nivîsandî û wêneyên Amîniyê hatin hilgirtin. Jinan laçikên reş ên bi xwe re anîbûn şewitandin û bi vî awayî qetilkirina Amîniyê şermezar kirin.    Jinên îranî di çalakiyê de destnîşankirin ku ew doza welatekî dikin ku karibin azad bijîn û wiha gotin: "Her kes welatê me wekî Îran dizane, em Îrana xwe dixwazin. Em Komara Îslamî ya Îranê naxwazin. Armanca me em piştgiriya gelê xwe yê li Îranê bikin."