Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn hat berdan 2022-09-29 17:27:01   AMED - Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin hat berdan.    Hevşaredara Sûra Amedê Fîlîz Bûlûttekîn ku qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin, îro danişîna doza wê li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê hat lidarxistin. Bûlûttekîn, ji girtîgehê bi rêya Pergala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) û parêzerên wî Sûzan Akîpa û Sertaç Bûlûttekîn, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Zeyatt Ceylan û Gulîstan Atasoy, rêvebirên HDP'a Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û malbata Bûlûtttekînê tevlî danişînê bûn.    Meqama îdiayê daxwaz kir ku xalên kêm ên di dosyeyê de bên temamkirin û xwest girtina Bûlûttekînê bidome.    Bûlûtttekînê jî destnîşan kir ku ew endama HDP'ê ye û daxuyniyên ku ew tev li wan bûye hemû jî di çarçoveya xebatên siyasî mafên mirovan ên destûra bingehîn de ne û doza beraeta xwe kir.    Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê jî biryar da ku Bûlûttekîn bê berdan û danişînê taloqî 15'ê Mijdarê kir.