Keyfxweşbûna siyasetmedaran a di Doza Kobanê de bi xweşiya polîsan neçû 2022-09-29 16:37:52   ENQERE - Di Doza Kobanê de gotina polîsekê peywirdar a ji bo siyasetmedaran bal kişand ku digot; “Tevî ku li girtîgehê di nava çar dîwaran de ne jî, ji me keyfxweştir in.”   Rûniştina 3’yemîn a 17’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên MYK’a HDP’ê ya berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedarjê tên darizandin, piştî rojek navberê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. Parlamenterên HDP’ê Fatma Kurtulan û Mûrat Çepnî û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî di danişînê de amade bûn.    Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.    Di danişînê de gotina polîsekê peywirdar ku got; “Tevî ku li girtîgehê di nava çar dîwaran de ne jî, ew ji me keyfxweştir in” bal kişand.    Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û bi ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin berdewam kir.    Piştre jî di danişînê de heta saet 13.45’an navber hat dayîn. Di vê navberê de siyasetmedaran got ku dê nekarin tev li danişîna piştî nîvro bibin. Piştî navberê, şandeya dadgehê ewraqên diviya bihatina xwendin temam kir û rûniştin bi dawî kir.    Danişîna dozê dê sibe saet di 10.00’an de berdewam bike.