Doza Şîmonî Dîrîl: Ewlehiya canê min nîne, naxwazim biaxivim 2022-09-29 15:07:21 ŞIRNEX - Wekîlê Fermandarê Qereqolê yê demê Ahmet Taşdemîr ku di doza kuştina Şîmonî Dîrîl de weke şahid lê tê guhdarîkirin, diyar kir ku ewlehiya canê wî nîne lewma naxwaze bersiva parêzeran bide.    Hevjînên hev Hûrmûz Dîrîl (71) û Şîmonî Dîrîl (65), di 11’ê çileya 2020’an de li gundê Mehrî yê Elkê yê Şirnexê winda bûn. Têkildarî bûyerê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê doz hat vekirin. Cenazeyê Şîmonî Dîrîl 70 roj piştî windabûnê hatibû dîtin. 3’yemîn danişîna dozê îro hat dîtin. Di danişîna dozê de ji bersûcên girtî Apro Dîrîl, gilîker û parêzerên gilîkeran amade bûn. Nûnerê Komeleya Parastina Xiristiyanên Rojhilata Navîn parêzer Tugdual Levotois jî di danişînê de amade bû.    Çendek roj berê bi biryaranmeya Serokkomariyê ku di Rojnameya Fermî de hatibû weşandin, cihên gelek dozger û dadgeran hatibû guherandin. Li Edliyeya Şirnexê jî cihê dadger û dozgeran hat guherandin. Di vê çarçoveyê de şandeya Dadgehê ya ku li doza Dîrîl dinihêrt, piştî tayînên dawî re bi tevahî guherî.    FERMANDAR AGAHÎ VEŞARTIN   Endamên Dadgehê bi tevahî guherîn. Di danişînê de Wekîlê Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Elkê yê demê Ahmet Taşdemîr weke şahid hat guhdarîkirin. Taşdemîr, îfadeyê xwe yê berê yê li dozgeriyê dîsa dubare kir. Piştre jî parêzerên gilîkeran pirsa parvekirinên Taşdemîr ên li ser medyaya civakî jê pirsîn. Taşdemîr jî got ku têkildarî parvekirinan tu lêpirsîn nehatine vekirin lewma naxwaze têkildarî wan biaxive. Piştî ku jê re hat gotin bê ka ji ber parvekirinan gef lê hatine xwarin an na jî Taşdemîr wiha got: “Ewlehiya canê min nîne. Naxwazim bersivê bidim.” Taşdemîr, da zanîn ku demekî kin piştî windabûna Dîrîlan, bi tawanbariya FETO’yê hatiye îxrackirin.    ‘BILA BERSÛCÊN SERBEST BÊN BERDAN’   Piştre jî parêzerê malbatê û Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz axivî û wiha got: “Taşdemîr nabêje bê ka kê gef lê xwarine. Her wiha di bûyerên ku faîl xebatkarên cemaweriyê ne, pêşî li ber lêpirsînê tê girtin. Di dosyayê de lêpirsîneke bibandor nayê kirin. Ez dixwazin ku ji bersûcên serbest Behçet Oztunç û Îsmaîl Yildiz jî bên girtin.”    NEREHETIYA PARÊZERÊ BERSÛC A RAYA GIŞTÎ   Parêzerê bersûc Apro Dîrîl, Nîhat Karakaş îdia kir ku veguherandine dozeke siyasî û wiha domand: “Gelek kes tên dozê dişopînin. Çi karê her kesî di vê dozê de heye? Ev doz hem di çapameniya neteweyî û hem jî di ya navneteweyî de pir hat parvekirin. Her wiha ji bo şopandina dozê ji Ewropayê şande tên. Parlamenter tên. Ev kes hewl didin zextê li ser şandeya dadgehê bikin.”    DANIŞÎN TALOQÎ 15’Ê KANÛNÊ HAT KIRIN   Piştî parastinan, dozger xwest Apro Dîrîl were berdan.    Şandeya dadgehê biryar da ku li şahidên nû bê guhdarîkirin, rewşa girtî ya Apro Dîrîl bidome û danişîn taloqî 15’ê kanûnê kir.