Malbatên girtiyan: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin 2022-09-29 14:52:32   AMED -  Malbatên girtiyan nobeta xwe ya edaletê îro jî domandin û wiha gotin: “Heta ku xwîn di laşê me de hebe em ê li ber xwe bidin.”   Xizmên girtiyan ên Amedê ji bo berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin, dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan îro di roja 317'an de li ber deriyê Edliyeya Amedê berdewam kir. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Zeyad Ceylan û Gulistan Atasoy, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) piştgirî dan çalakiya malbatan.   ‘11 MEH IN EM NOBETA EDALETÊ DIGIRIN’   Di çalakiyê de yêk jî xizmên girtiyên nexweş Reşahat Ada bang li wezirê edaletê û serokkomar kir û wiha got: “Serokkomar û wezîrê edaletê ma hûn nabînin? Ev 11 meh in em ji bo girtiyên xwe yên nexweş û giran di nobeta edaletê de ne. Em li ser wan sekinîne. Înfazên wan dişewitînin, wan dikin hucreyên yekkesî, zilmê û zextê li zarokên me dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Em çûn Enqereyê û me raporên girtiyên nexweş ên giran dan Meclisê. Me ji wan re got ku bila daxwazên me yên der barê girtiyên nexweş de pêk bînin. Zarokên me tedawî bikin û wan nexin hucreyên yekkesî. Lê belê wan daxwazên me bi cih ne anîn.”   ‘DAXWAZÊN ME PÊK BÎNIN’   Bi domdarî Ada, destnîşan kir ku heta daxwazên wan bi cih tên dê çalakiya xwe bidomînin û axaftina xwe wiha qedand: “Meclis vedibe. Wezîrê edaletê got; ‘em ê li ser mijara girtiyên nexweş bisekinin û daxwazên wan pêk bînin.’ Vaye Meclisa vedibe û bila serokkomar û wezîrê edaletê karê xwe bikin û daxwazên me bi cih bînin. Heta ku xwîn di laşê me de hebe em ê li ber xwe bidin. Ên di zindanê de jî li ber xwe didin. Berxwedan jiyan e.”    Çalakiya malbatan bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.