Ji malbata Ercan ku Soylu hedef nîşan dabû 10 kes di bin çavan de ne 2022-09-29 14:04:12   MÊRSÎN - Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu piştî êrişa li Mezîtliyê, malbata Dilşah Ercan hedef nîşan dabû. Ji malbata Ercan niha 10 kes ev bû 3 roj di bin çavan de ne.    Di encama êrişa bombeyî ya di 26’ê îlonê de li dijî Mala Polîsan a Tece ya li Taxa Denîz a Mezîtlî ya Mêrsînê hatiye kirin, polîsek hatibû kuştin û gelek polîs jî birîndar bûbûn. Piştî êrişê jî Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu îdia kiribû ku çalakî ji hêla Dilşah Ercan ve hatiye kirin û malbata Ercan hedef nîşan dabû. Bi hedefnîşandana Soylu re polîsan bi ser mala malbata Ercan de girtin û bavê wê, dayika wê, 3 kekên wên, 3 xwîşkên wê û hevjînên wan bi giştî 10 kes binçav kirin.    Endamên malbatê ji 27’ê îlonê heta niha li Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê di bin çavan de ne. Hat zanîn ku binçavkirî îro derxistin dazogeriyê. Di îfadeyên endamên malbatê de pirsên weke “keça we li ku bû?” û “We herî dawî kengî pê re hevdîtin kir?” jê hatine kirin.    ÇI BÛBÛ?   Di encama êrişa çekdarî û bombeyî ya li dijî Mala Polîsan a Tece’yê de polîsek hatibû kuştin û gelek polîs jî birîndar bûn. Piştî êrişê jî Soylu îdia kiribû ku çalakî ji hêla Dilşah Ercan ve hatiye kirin û kesek hatiye binçavkirin. Têkildarî mijarê HPG’ê jî daxuyaniyek da (http://mezopotamyaajansi35.com/kr/HEM-NCE/content/view/183856 ) û îdiayên Soylu derewand. HPG’ê, da zanîn ku çalakî ne ji hêla Dilşah Ercan lê ji hêla Dîlara Urper û Emel Feremez Hisên ve hatiye kirin.