HPG’ê têkildarî Mezîtliyê daxuyanî da 2022-09-29 13:44:52   NAVENDA NÛÇEYAN – HPG’ê bi daxuyaniyekê êrişa li dijî Mala Polîsan a Tece ya Mêrsînê li xwe girt û diyar kir ku berevajî daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, çalakî ji hêla Dîlara Urper û Emel Feremez Hisên ve hatiye kirin.    Di 26’ê îlonê de li dijî Mala Polîsan a Tece ya li Taxa Tece ya Mezîtlî ya Mêrsînê êriş hatibû kirin û di encama êrişê de polîsek hatibû kuştin û gelek jî birîndar bûbûn. Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu piştî êrişê hatibû navçeyê û îdia kiribû ku ji kesên çalakî pêk anîn yekê jê jiyana xwe ji dest daye û yek jî hatiye binçavkirin.    Di daxuyaniya xwe de Soylu îdia kiribû ku yek ji kesên çalakî pêk anîn Dilşah Ercan e û malbata wê hedef nîşan dabû. Li gel vê; bi hinceta ku dema Dilşah Ercan nûçegihantiya Rojnameya Azadiya Welat dikir hatibû girtin û di lîsteya rojnamegerên girtî de cih digirt, CHP kiribû hedef. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî bi gotina; “ev ne rojnameger lê terorîst in” rojnameger kiribûn hedef.    52 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Piştî hedefnîşandana Erdogan û Soylu, rojek piştî çalakiyê di 27’ê îlonê de endamên malbata Dilşah Ercan jî di nav de bi giştî 22 kes hatibûn binçavkirin. Di 28’ê îlonê de jî li ser lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê, 30 kes bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin.    NASNAMEYÊN WAN NEHATIN TESPÎTKIRIN   Li gorî daxuyaniya HPG’ê ya li ser malpera Ajansa nûçeyan a Firatê (ANF); berevajî daxuyaniya Soylu, çalakî ji hêla Dîlara Urper (Sara Tolhildan) û Emek Feremez Hisên (Rûken Zelal) ve hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku polîsan hêjta nasnameyên kesên çalakî pêk anîn jî tespît nekirine û daxuyaniyên desthilatdariyê yên derheqê bûyerê de weke “senaryoya sexte” hat pênasekirin.    SENARYOYA SEXTE   Daxuyaniya HPG’ê ya derheqê bûyerê de wiha ye: “Di şeva 26'ê îlonê du hevrêyên me yên fedaî li navçeya Mezîtlî ya Mersînê li dijî hêzên dijmin çalakiyeke fedaî kirin. Ev çalakî bersivek li dijî zextên li zindanan, komkujiyan û êrişên bi çekên kîmyewî yên li hemberî gerîla ye. Rejîma AKP-MHP'ê dixwaze atmosfereke wisa biafirîne ku qaşo 'li Tirkiyeyê li ser her tiştî serwer e, têkildarî civakê bi her tiştî zane, li her derê sîxurê xwe heye' û bi vê têgihiştinê hewl dide civakê bitepisîne. Lê belê heta ku me daxuyanî neda, dijmin ne li ser nasnameya hevrêyên me ne jî li ser naveroka çalakiyê tu agahiya xwe tune bû. Hikûmeta faşîst a AKP-MHP'ê ji bo lawaziya xwe veşêre, senaryoyeke sexte pêşkêşî civakê kir.   ‘ELEQEYA HEVRÊYA ME ZOZAN BI BÛYERÊ RE NÎNE’   Hikûmeta AKP-MHP'ê nasnameya hevalên me yên ev çalakî kirin nekarî tespît bike û ev yek jî radixe pêş çavan ku di îstîxbaratê de çiqasî lawaz e. Hikûmeta AKP-MHP'ê tevî ku dizane hevala me Zozan Tolan tev li vê çalakiyê nebûye jî bi zanebûn navê hevala me Zozan da û xwest vê yekê ji bo zextê li malbatê û derdora wê bike, weke amûrekê bi kar bîne. Tu eleqeya hevala me Zozan bi vê bûyerê re nîne, ew li ser erka xwe ye. Hikûmeta AKP-MHP'ê ji ber vê çalakiyê gelek kes binçav kir, zext û îşkence li gel kir û hewl da tolê ji gel hilîne. Ev hemû jî hewldana nixûmandina têkçûna xwe ya li pêşberî çalakiya gerîlayên me yên fedaî ye.   Hikûmeta AKP-MHP'ê nekarî tespît bike bê hevrêyên me yên fedaî ji ku hatine û çalakî kirine. Bi zanebûn hewl da nîşan bide ku mîna 'Ji Rojava hatine û çalakî kirine'. Hevala me Rûken demeke dirêj li çiyê weke milîtaneke PKK'ê û endama Hêzên Taybet li nava refên me bû. Ti eleqe û têkiliya xwe bi rêxistinên li Rojava re nîne. Lewma îdîayên ku dibêje ev çalakî ji Sûriyeyê hatiye birêxistinkirin, asparagas in, dereweke ku ji aliyê hikûmeta AKP-MHP'ê ve hatiye kirin, ji bo li dijî dijberê xwe bi kar bîne.”