SNJ’ê ji bo piştevaniya bi 16 rojnamegerên kurd re qart şandin 2022-09-29 12:07:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Sendîkaya Netweweyî ya li Fransayê bi mebesta piştevaniya bi 16 rojnamegerên kurd ên hatine girtin re, qart şandin.    Sendîkaya Rojnamegerên Neteweyî (Syndicat National Des Journalistes -SNJ) bi mebesta piştevaniya bi 16 rojnamgerên kurd re ku di 8’ê hezîranê de li Amedê hatibûn binçavkirin û di 16’ê hezîranê de hatibûn girtin, qart şandin. Sendîkayê da zanîn ku bi vê hewldana xwe armanc dikin ku piştevaniya bi rojnamegeran re mezintir bikin û rewşa wan di rojevê de bihêlin.