'Heta ku dayika Emîne neyê dîtin gelo dê hevhelalkirin çawa bibe?’ 2022-09-29 11:32:48 RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar berdewam e. Ferît Şenyaşar di çalakiyê de gotina Tayyîp Erdogan ku digot; “Heke di mijara hevhelalkirinê de pirsgirêkek hebe, ez di vê mijarê de her tim amade me” bi bîr xist û ev pirs kir: “Gelo heta ku tu dayika Emîneyê nebînî dê ev hevhelalkirin çawa bibe?”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 570’an de berdewam kir. Dayika Emîne Şenyaşar ji ber pirgirêkên tenduristiyê nekarî beşdarî nobedê bibe û çalakî li mala xwe ya li Pirsûsê domand. Ferît Şenyaşar jî di saetên serê sibehê de hat ber deriyê Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi nobeta xwe kir. Di çalakiyê de malbatê li blokên beton ên li pêşiiya edliyeyê pankarta “Edalet ji bo malbata Şenyaşar, edalet ji bo her kesî” hilayîst.    Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar daxwaza xwe ya edaletê dubare kir û xwest ku hemû kes piştgiriyê bide têkoşîna wan a edaletê. Bi domdarî Şenyaşar got ku nobeta edaletê ya dayika wî berdewam dike û ev tişt anî ziman: “Dayik, edaletê dixwaze. Hevjîn û 2 kurên wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Kurekê wê jî niha li girtîgehê di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Dayik nikare di van şert û mercan de li malê rûne. Lewma bi vî halê xwe yê nexweş neçar dimîne ku bê pêşiya edliyeyê.”    GOTINÊN ERDOGAN BI BÎR XIST   Bi domdarî Şenyaşar gotinên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku şevê din di bernameyeke televîzyonê de digot; “Heke di mijara hevhelalkirinê de pirsgirêkek hebe, ez di wê mijarê de amade me” bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dayikê gelek caran li vir bangî rayedaran kir û got; ‘edaletê pêk bînin.’ Rayedar qala hevhelalkirinê dikin. Heta ku hûn vê dayikê nebînin gelo dê ev hevhelalkirin çawa bibe? Daxwaza dayika min, daxwaza milyonan kesan e. Dayik, edaletê dixwaze. Li pêşiya me hilbijartin heye. Heke edalet pêk neyê, em ê li her qadên mitîngan daxwaza dayikê bînin ziman. Dayik nexweş e û divê bê tedawîkirin. Yên ku ji xwe re dibêjin mirov nikarin li hemberî vê daxwazê bêdeng bimînin.”