Li Qilebanê 3 kes hatin binçavkirin 2022-09-29 10:52:22   ŞIRNEX – Di encama serdegirtinên malê yên di danê sibehê li Qilebanê de 3 kes hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de polîsan li navçeya Qileban a Şirnexê bi ser malan de girt. Di encama serdegirtina malan de welatiyên bi navên Diyar P., Fırat Ş. û Serdar Y. hatin binçavkirin. Hat zanîn ku welatiyên navborî bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî hatine binçavkirin û niha li Midûriyeta Emniyetê ya Qilebanê tên ragirtin.