Îtiraza ji bo berdana 16 rojnamevanan hat redkirin 2022-08-19 22:52:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Îtiraza ji bo girtina 16 rojnamegerên ku di 16'ê Hezîranê de li Amedê hatibûn girtin,    Îtiraza ji bo girtina 16 rojnamegerên ku di 16'ê Hezîranê de li Amedê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin, hat redkirin.    Îtiraz di 22'yê Hezîranê de hatibû kirin û dadgehê jî di 16'ê Tebaxê de biryara xwe eşkere kir. Dadgeha Cezayê Asliye ya 5'an a Amedê di biryara xwe de gotiye: "Girtina wan li gor usûlê û qanûnê ye."