Şermezakirina qeyûman: Divê têkoşîna li dijî desteserkirina îradeyê bê bilindkirin 2022-08-19 19:42:48 AMED-  Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê yê Berpirsê Desteya Rêvebiriyên Herêmî ya Demokratîk a HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî di salvegera tayînkirina qeyûman de axivî û got, qeyûm îradeya gel xesp kirine û divê li dijî vê yekê deng bê bilindkirin.    Desteya Rêvebiriyên Herêmî ya Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya salvegera tayînkirina qeyûman ku di 19'ê Tebaxa 2019'an de tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Amed, Wan û Mêrdînê hatibûn kirin, li Kolana Lîseyê daxuyaniyek da. Beriya daxuyaniyê rêyên ber bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi maşînên zirxî hatin girtin. Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP'ê Dersim Dag, Wekîla Serokatiya Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Hakki Saruhan Oruç, Mehmet Ruştû Tiryakî, hevşaredar, endamên meclîsa şaredariyê, nûnerên sazî û rêxistinên Amedê û gelek kes tevlî daxuyaniya li Kolana Lîseyê bûn. Beriya daxuyaniyê girseyê demek dirêj bi yekdengî dirûşmeya, "Dê qeyûm biçe, gel were" berz kir. Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan li pişt pankarta ku "Şaredariya demokratîk a piralî li dijî drejîma qeyûm li ber xwe dide" nivîsandî axaftinek kurt kir. Ceylan got, îro careke din ji qeyûman re dibêjin na.   ‘DIVÊ DENG BÊ BILINDKIRIN'   Piştre Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê yê Berpirsê Desteya Rêvebiriyên Herêmî ya Demokratîk a HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî axivî. Tiryakî anî ziman ku salvegera tayînkirina qeyûman e û ev tayînkirin ne cara yekem e û got, ên îhtilala 27'ê Gulanê kirin, ên darbeya 12'ê Îlonê kirin jî partiyên girtin û şaredar ji wezîfeyê girtin. Tiryakî destnîşan kir ku îradeya gel di serdema AKP-MHP’ê de, yanî cara yekem di dema desthilatdariya sivîl de hatiye desteserkirin û got: “Şaredar ji wezîfeyê hatin girtin. Li aliyekê kesên ku mafê hilbijartinê ji nedîtî ve tên, li aliyê din jî yên ku mafê dengdanê û hilbijartinê yê gel, demokrasiyê diparêzin hene. Yên ku niha li vir in tenê ne ji bo meqamên xwe li vir in. Ji bo demokrasiya Tirkiyeyê têdikoşin. Ger li hemberî kesên ku meclîsên şaredariyan betal kirin û yên ku şaredaran ji kar dûr xistin deng neyê bilindkirin, dê sibe hurmetê nîşanî tu vîneke bijartî nekin."    ‘HEVSEROKATÎ XETA ME YA SOR E'   Berdevkê Ciwanên HDP'ê Dersim Dag jî diyar kir ku tayînkirina qeyûman nenaskirina îradeya gelê kurd û îradeya gelê Kurdistanê ye. Dag got: “Me tu carî mêtinger qebûl nekirin û li dijî vê yekê şer kir. Îro ev tayînkirina qeyûman jî bi vê ve girêdayî ye. Em ê her tim li dijî pergala kedxwariyê, polîtîkayên şerê taybet, li dijî tunekirina çandê têbikoşin. Qeyûman saziyên çandê girtin û tabelayên bi kurdî rakirin. Êrîşî destkeftiyên jinên kurd kirin. Êrîşî pergala hevserokatiyê dikin. Qeyûm êrîşî saziyên jinan dikin. Di şexsê ciwan û jinan de dixwazin têkoşînê bi dawî bikin.”   Dag destnîşan kir ku li ku derê saziyek jinan hebe û hevserokek jin hebe, êrişî wan tê kirin û got: “Têkoşîna jinan heta îro berdewam kiriye. Wê piştî îro jî berdewam bike. Em careke din radigihînin ku hevserokatî xeta me ya mor e. Em ê tu carî dest ji vê bernedin. Em ciwan û jin emê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên şerê taybet mezin bikin. Çawa ku di sala 2019'an de qeyûm çûn, dê careke din jî biçin. Ciwan, jin û kurdên li hemberî vê yekê li ber xwe didin wê bi ser bikevin.”   Paşê nameya Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Ûyanik û Dr. Selçûk Mizrakli hatin xwendin. Hevşaredarê Erxeniyê Mercan Yldiz nameya hevşaredaran xwed. Şaredaran di nameya xwe de darbeyên li Tirkiyeyê û girêdayî van qeyûmên tayinî şaredariyên HDP'î hatine bibîr xistin û gotin: "Me li ber xwe da û em bi ser ketin."    Heri dawî Sarûhan Olûç ê HDP'î axivî. Olûç jî got: "Ger em bê şert û merc li dijî eciqandina demokrasî, maf û azadiyên Tirkiyeyê derkevin, têkoşîn pêkan e. Yan na ev desthilat dê di her firsendê de bêhiqûqîtiyê bike. Hele heya ev wezîrê karên navxweyî hebe, wê li ser hev bikin."    Olûç di dawiyê de bal kişand ser mezinkirina têkoşînê û got: "Em ê bitêkşin û xwedî li vîna xwe ya siyasî derkevin. Em yeqîn dikin ku em ê bi ser bikevin. Rêya me vekirî be."