Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin 2022-08-15 18:35:05   RIHA - Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar ku tevî hemû astengiyan Nobeta xwe ya Edaletê didomîne kirin û wiha gotin: “Heta ku darizandineke adil çêbibe em ê şopdarên vê dozê bin. Malbata Şenyaşar ne tenê ye.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 525’emîn de berdewam dike. Serdanên piştgiriya malbata ku nobeta xwe li qada weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin didomîne jî berdewam dikin. Malbata ku îro Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê pê re nobet girt, endamên Înisiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan serdana wê kirin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê jî bi bi şande ya serdanê re bû. Malbata ku li qada sih a baxçeyê edliyeyê 5 roj in ji wan re tê astengkirin, di bin 43 dereceyên germê nobeta xwe didomîne. Şandeyê xwest cihekî ku dar lê heyî û nêzîkî cihê nobetê bi malbatê re hevdîtinê bikin lê polîsan bi hinceta “Rê dê ji trafîkê re were girtin” asteng kir. Hevdîtin li qada nobetê ku lê sih nebû hate kirin.    ‘MALBATA ŞENYAŞAR NE BITENÊ YE’   Parlamentera HDP’a Rihayê Ayşe Surucu ya di serdanê de axivî, bertek nîşanî astengkirina polîsan da û wiha got: “Dayika Emîne, Ferît 525 roj in di Nobeta Edaletê de ji bo Fadil edaletê dixwazin. Fadil bi awayekî adil nehate darizandin û hate girtin. 4 sal derbas bûn hêj di dosyaya nexweşxaneyê de biryara nepen heye. Hefteyeke qedexeye ku dayika Emîne bikeve edliyeyê. Sihek ji dayikê re gelek hate dîtin. Li Rihayê vê germe dayik di bin 50 pîleyî de nobetê digire û edaletê dixwaze. Em weke HDP heta dawiyê li cem malbatê ne. Heta ku di dosyayên dozê de darizandineke adil pêk neye em ê şopdarê vê dozê bin. Malbata Şenyaşar ne bi tenê ye.”   Şande piştî bi demekê bi malbatê re Nobeta Edaletê girt ji qadê veqetiya.