Li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar bûn 2022-08-15 17:31:02   COLEMÊRG - Wezareta Parastinê ragihand ku li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest daye, 3 leşker jî bi “qezayekê” birîndar bûne. Wezareta Parastinê, ragihand ku di lêgerîna erd a navçeya Şemzînan a Colemêrgê leşkerê bipeyman Atakan Çakir bi “qezayekê” jiyana xwe ji dest daye û 3 leşker jî birîndar bûne.   Çavkaniyên herêmî jî ragihandin ku li herêma Garê hefteyeke lêgerînên mayînê nayên kirin, bûyera qewimî dibe ku pevçûnek be.