Yildirim ku li girtîgehê wefat kiribû li Dêrsimê hate definkirin 2022-08-15 16:41:15 AMED - Zulfu (Îbrahîm) Yildirim ku ji bo berdana wî 10 roj mabûn û li Girtîgeha Xarpêtê jiyana xwe ji dest da, li Dêrsimê hate oxirkirin.    Zulfu (Îbrahîm)Yildirim (68) li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê dihat ragirtin û hat îdiakirin ku ji ber krîza dil ketiye erdê û jiyana xwe ji dest daye. Ji bo berdana Yildirim 10 roj mabûn ku jiyana xwe ji dest da. Di nava 5 salên girtîgehê de tevî nexweşî û raporan jî nehate berdan. Malbata Yildirim, di saetên serê sibehê de cenaze ji Girtîgeha Xarpêtê girt û anîn Dêrsimê. Li Dêrsimê jî ji bo Yildirim li Cemxaneya Haci Bektaş merasîm hat lidarxistin. Di merasîmê de Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dêrsimê Alîcan Onlu, Rêxistina HDP’a Dêrsimê û gelek welatî amade bûn.    Kesên beşdarî merasîmê bûn, wêneyên Yildirim bi cilên xwe ve kiribûn. Piştî wecîbeyên olî yên li cemxaneyê, konvoy ber bi gundê Weraniçê ve kete rê.    Yildirim, li gund bi zêmarên hevjîn û xwîşkên xwe hate definkirin. Piştî definkirinê jî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Yildirim.