Cenazeyê Guneş piştî 64 rojan hate dîtin 2022-08-13 19:33:44   SÊRT - Cenazeyê hemşire Eyup Guneş ku li navçeya Berwariyê ketibû Çemê Mukusê, piştî 64 rojan hate dîtin.    Cenazeyê hemşire Eyup Guneş ku li navçeya Berwariya Sêrtê ketibû Çemê Mukusê û avê biribû, piştî 64 rojan hate dîtin. Guneş, di 11’ê hezîranê de li bajaroka Bêdarê ji bo ku hempîşeya xwe Halîme Tîmûrtaş a lingê wê tehisi û kete çem xelas bike ketibû avê, avê ew biribû. Xebatên lêgerîna Guneş di roja 64’an de encam girt.    Cenazeyê Guneş ê ji Çemê Mukusê hate derxistin, rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sêrtê.