Sancar: Divê yekitiyeke berfireh ku planên şer vala derxîne ava bikin 2022-08-13 19:18:07   HATAY - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku bi STO’yan re civiya, têkoşîna hevpar destnîşan kir û wiha got: “Ev desthilat, ji Tahranê heta Soçiyê digere, armanca wê ne pêkanîna diyalog û çareseriyekê ya li Sûriyeyê ye, ji bo êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike destûrê dixwaze.”   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar bi dirûşmeya “Çareserî em in, ji şer û mêtîngeriyê re na” bi rêxistinên sivîl ên civakî (STO) û bi nûnerên partiyên siyasî re li oteleke li navçeya Antakya ya Hatayê hat gelhev.    Sancar ê li vir axivî, pêvajoya siyasî nirxand. Sancar, bi lêv kir ku mecbûr in di serî de rêxistinên kedê û pîşeyê hemû beşên civakê guhdar bikin û bi hev re bimeşin û anî ziman ku heke sedemên têkçûyîna aboriyê baş teşhis nekin wê di dîtina çareseriyê de zehmetiyê bikişînin.   ‘DI BINGEHA PERGALÊ DE BÊEDALETÎ HEYE’   Sancar, diyar kir ku di bingeha pergalê de ji xwe bêedaletî û metîngeriya kedê heye û bi lêv kir ku çavkaniyên welat li kulmeke sermayedaran, alîgiran û şer re hatiye veqetandin û gel her ku diçe xizan dibe. Sancar, da zanîn ku birçîtî her ku diçe belav dibe, ji ber vê yekê divê ewilî ev pergala rantê, polîtîkayên şer bên rawestandin û pêdivî bi yekitiyê re heye.    ‘ARMANCA ME YA RAWESTANDINA MÊTÎNGERIYÊ HEYE’   Sancar, ê qala polîtîkayên şer ên desthilatê kir, axaftina xwe wiha domand: “Sedemê krîza aboriyê yê herî girîng, veqetandina çavkaniyan a ji polîtîkayên ewlehiyê re ye. Ev desthilat dixwaze sedemê hebûna xwe weke rêbazeke berdewama xwe bikarbîne. Gelek sedemên dij derketina me ya şeran heye. Armanca me ya herî balkêş rawestandina talan û mêtîngeriyê ye. Polîtîkayên şer û mêtîngeriyê di nav hev de ne. Ji ber wê yeke divê tişta em ewil bikin bi awayekî xurt li dijî şer bisekinine.   Werankirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê pir mezin e. Elbet tişta herî mezin windakirina can e lê ev şer, êş û hêsirên çavan hin hilweşînên din jî bi xwe re tînin. Em niha dixwazin şer bi dawî bibe, armanceke me ya herî girîng jî pêkanîna aştiyeke li herêmê ye. Em ê li vî welatî aştiyeke rast û mayînde ava bikin. Heta ku di nava gelan de wekhevî, ji vîna gelan re rêzgirtin nebe avakirina aştiyê jî ne pêkan e.     LI DIJÎ KURDAN MUDAXILEYÊN LEŞKERÎ YÊN NÛ    Desthilata niha bi rêveberiya Sûriyeyê re peyamên diyalogê dide, weke ku rastî jî alîgira çareseriyê ye. Divê diyalog û muzakereyê ji hin şerên din re weke amûr bikarneyînin. Ji ber wê yekê em dibêjin armanca gera desthilatê ya ji Tahranê heta Soçiyê ne pêkanîna diyalog û çareseriyekê ya li Sûriyeyê ye, ji bo êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike destûrê dixwaze. Ji ber vê yekê divê em di ferqa mudaxileyeke leşkerî ya nû ya li dijî kurdan bin. Ev şer wê li herêmê êşên nû ava bike û pirsgirêkan kûrtir bike. Nêrînên me yên di vê mijarê de zelal in lê divê rêbazên vê li vir û hin bajarên din bi we re nîqaş bikin û wisa pêk bînin. Ne hewceye ez qala taybetmendiyên Antakyayê bikim, em dikarin yekitiyekê ava bikin. Em bawerî vê dikin. Hêzeke ku vê yekê belavî hemû Tirkiyeyê bike heye. Tenê bila alternatîfên rast derkevin holê. Hêza bingehîn ku vê deshilatê bişîne, alternatîfa rast e. Ev alternatif jî encax bi tifaqek û yekitiyeke berfireh pêkan e.”   Piştî axaftina sançar, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Bernameya Sancar a 2 rojan a Hatayê jî bi vê civînê re bi dawî bû.