Hevserokê MED-DER’ê Ronî: Ziman mifteya azadiyê ye 2022-08-13 18:32:08   ŞIRNEX - Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî ku di panela “Di qirkirina çand û ziman de rola qeyûman” de axivî, wiha got: “Ziman mifteya azadiya gelê kurd e û ew jî di destê gelê kurd de ye. Bidestxistina mafê ziman di heman demê de bidestxistina statûyê ye.”   Li ser mijara “Di qirkirina çand û ziman de rola qeyûman” li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Cîzîrê panelek hate lidarxistin. Moderatoriya panelê Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu kir. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, Hevserokê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî û Civaknas Helîm Barîn weke axivîner beşdarî panelê bûn. Di heman demê de Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, rêxistinên navend û navçeyên HDP’ê yên Şirnexê, Tevgera Jinên Azad(TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê jî tev li panelê bûn. Di eywanê de pankarta “Di qirkirina çand û ziman de rola qeyûman” hate daliqandin. Panel piştî rêzgirtinê, bi pêşkeşkirina sînevîzyona derheqa girîngiya çand û ziman û qirkirina qeyûman a li ser çandê dest pê kir.     ‘SED SAL IN POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ TÊN MEŞANDIN’   Di destpêkê de parlementer Omer Ocalan axivî. Ocalan, anî ziman ku polîtîkayên qeyûm yên sed salan in û wiha axivî: “Polîtîkayên qeyûmê ne nû ne. Berê jî hebûn û niha jî tenê li ser format hatiye avêtin. Sed sal berê jî gava avakirina Komara Tirkiyeyê de ew polîtîkayên xwe bi înkarkirina pirsgirêka kurd, polîtîkayên bişaftinê, bi plana şark-islahatê pêş xistin. Ango bi sed salane qirkirinek çandî tê meşandin. Em di tax û malên xwe de bi kurdî diaxivin. Lê belê şaredariyên me jî ew ziman xistin saziyan. Di warê ziman de gelek xebat çêkirin. Lewra hikûmetê tehamûlî vê nekir û qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Rexmî van hemûyan jî têkoşîn û berxwedanek tê dayîn. Heya ku zimanê kurdî nebe zimanê fermî û perwerdehiyê dê ew xebat û têkoşînên ji bo ziman berdewam bikin.”    ‘ZIMAN MIFTEYA AZADIYÊ YE’   Pişt re Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî axivî. Ronî jî bal kişand ser girîngiya rêveberiyên xwecihî û wiha avivî: “Qeyûm xespkirina mafên civakê ya di her alî de ye. Gava em li pêkanînên qeyûman dinêrin, ew karmendên dewletê ne ku vîn û îradeya gel xesp kirine ne. Çand û ziman ji aliyê rêveberiyên herêmî ve xwedî roleke girîng e. Ji ber ku ziman û çand bi vê yekê pêş ve diçe. Xebatên di nav tax û kolanan de an jî sazî û dezgehên di nav herêman de ziman cihekê digire. Lewra desthîlatdar pêşketina ziman û çanda gelekê li dijî bekaya xwe dibîne. Gava karmendên dewletê, rêveberiyên herêmî ku ji aliyê gel ve hatibûn hilbijartin desteser kirin, ya yekemîn tabelayên kurdî rakirin, sazîyên çandî hatin girtin û sazî û dezgehên jinan hatin girtin. Lê belê gelê kurd rexmî van hemû zext û binpêkirin û qedexeyan, li ber xwe da û têkoşîna xwe berdewam kir. Ziman mifteya azadiya gelê kurd e û ew jî di destê gelê kurd de ye. Bidestxistina mafê ziman di heman demê de bidestxistina statûyê ye.”     ‘ÇAND NASNAME YE’   Civaknas Helîm Barîn ê herî dawî axivî jî destnîşan kir ku her civak bi rêya çandê xwe pênase dike û got: “Ji bo gelê kurd dayikeke aştiyê ji civaknasekî çêtire. Her civak bi riya çandê xwe bi rê ve dibe. Çand nasnameya civakê ye. Dema ku mirovek ji çanda xwe dûr dikeve ew dimire. Pergala mêtîngerî vê dike. Çand bê parastin nabe. Di bingeha esasî de parastina çandê divê.  Ji bo di metingeriyê de gava berjewendiyên pergalên yekperest yek bin, li dijî vê yekitiya xwe ava dikin. Lê divê em jî li dijî vê derbikevin û ji bo parastina çand û zimanî yekitiya xwe ava bikin. Gava em dibêjin çand tenê govend, stran û rengên me tên bîra me. Lê belê aborî, siyaset û gelek qadên civakî jî çand in.”   Piştî axaftinan panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.