Li Sêrtê şahiya gel: Berxwedana kurdan dê îktidara AKP-MHP’ê hilweşîne 2022-08-13 15:27:05   SÊRT - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz li Sêrtê di şahiya gel de axivî û diyar kir ku îktidara AKP-MHP’ê li her qadê destkeftiyên gelê kurd kiriye armanca xwe û got: “Kurd ne kurdên sed sal berê ne. Berxwedana gelê kurd dê îktidara AKP-MHP’ê hilweşîne.”    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşma “Li dijî mêtingeriyê azadiya civakî” li avahiya HDP’a Sêrtê şahiya gel li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dersim Dag, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li şahiyê bûn û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” berz kirin.    ‘KURD ÊDÎ XWEDÎ STATU NE’    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û diyar kir ku gelê kurd her dem bi qetlîaman re rûbirû maye û wiha got: “Kurdan her dem li dijî êrişan li ber xwe da. Bi dehên salan in kurdan berxwedanek bênavber meşandin. Gelê kurd ne kurdên sed sal berê ye. Kurd siyaseta Rojhilata Navîn diyar dikin û êdî xwedî statu ne. Îktidara AKP-MHP’ê li Kurdistanê li dijî destkeftiyên kurdan şer dike. Dijminahiya kurdan dikin. AKP-MHP îro li çar aliyên Kurdistanê dixwaze deskeftiyên kurdan bike armanc û berxwedana kurdan têk bibe. Bi dehan salan e tiştek nehat guhertin. Îro jî li dijî başûr û rojavayê Kurdistanê, Şengal û Mexmûrê êriş hene. Li dijî destkeftiyên kurdna şer dane destpêkirin û her deverê bombebaran dikin. Lê wê berxwedana gelê kurd AKP-MHP’ê hilweşîne.”    Aydenîz bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û destnîşan kir ku îktidar li dijî girtiyan sûc dike û xwest demildest girtiya nexweş Aysel Tûglûk bê berdan.    AZADIYA OCALAN    Aydenîz bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û anî ziman ku polîtîkayên şer bingeha xwe ji tecrîdê digire û got: “Divê tecrîd tavilê bê rakirin. Divê ne ku tecrîdê bê rakirin, divê ku birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe. Êdî divê birêz ocalan azad bibe ku dikaribe rola xwe ya bo aştî û çareseriyê rabe.”    Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.