Ji bo girtiyê nexweş Ayik banga berdana lezgîn hat kirin 2022-08-13 15:00:37   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo berdana girtiyê nexweş Devrîm Ayik banga lezgîn li rayedaran kirin.   Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 414’em^n de li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Mafê tedawiyê nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Endama Rêveberina Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş evrîm Ayik ê li Girtîgeha Eskîşehîrê ya Tîpa H’yê tê ragirtin. Çevîrmen destnîşan kir ku her ku diçe rewşa Ayik ê ji sedî 76 rapora wî ya astengdariyê heye xedartir dibe û bang li rayedaran kir ku Ayik bi lezgînî bê berdan.