Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şakar pirsîn 2022-08-13 14:07:53   STENBOL - Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Erdogan Şakar ê 29 sal berê hat windakirin û carek din xeber jê nehat girtin, pirsîn.    Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windakiriyan bipirsin û  faîl ango kujer bên dîtin û darizandin di hefteya 907’emîn de çalakiya xwe online li dar xistin. Vê hefteyê li aqûbeta Erdogan Şakar ê di 13’ê tebaxa 1993’yan de li semta Okmeydaniya Stenbolê ji aliyê polîsan ve di serdegirtina kargeha Perpa de hat binçavkirin û carek din xeber jê nehat wergirtin, pirsîn. Serpêhatî ango metna daxuyaniya vê hefteyê parêzera ÎHD’ê Jiyan Tosûn a keça windakirî Fehîm Tosûn xwend.    ‘LI TIRKIYEYÊ EDALET TUNE YE’    Tosûn daxuyaniya Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag kus ê roj berê li Konferansa Sefîran a 13’emîn de kiribû û gotibû, “Yên ku qîra edaletê dikin, dozên anîne rojevê hejmara wan pênc e, jê zêdetir tune ye” bi bîr xist û got: “Wezîrê Dadê kevneşopiya înkarê didomîne. Em li dijî wî carek din qîr dikin, Li vî welatî li dijî mirovan sûc hatin kirin û hê jî ev sûc didomin. Li vî welatî kujer, faîl tên parastin û nayên darizandin û cezakirin. Sûcên hatine kirin bi demboriyê re rûbirû dimîne. Carek din lê nayê pirsîn. 907 hefte ne em dosye ango dozan bi raya giştî re parve dikin. Lê belê daraz nakeve tevgerê. Em dibêjin ‘tune’ çimkî li Tirkiyeyê edalet tune ye.”    SERDEGIRTINA PERPAYÊ   Tosun bal kişand ser aqûbeta Erdogan Şakar û diyar kir ku dema ew tê windakirin 2 zarokên wî hene. Tosûn da zanîn ku polîsên şaxa Têkoşîna Dijterorê ya Stenbolê bi ser avahiya Navenda Kar a Perpayê ya li Okmeydani ve digirin û Erdogan Şakar li cafeyek wir binçav dikin û carek din xeber jê nayê girtin. Tosûn got di wê serdegirtina polîsan de 5 welatî jî tên qetilkirin.    ‘29 SAL IN KUJER TÊN PARASTIN’   Tosun anî ziman ku piştî 18 salan bi axivîna Ayhan Çarkin ê ku li xwe mikûr hat û gotibû operasyona Perpayê aydê Daîreya Tîmên Tayabet bû re derket holê ku Erdogan Şakar ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin û windakirin. Tosûn da zanîn ku polîsên ji doza kuştina welatiyên li Perpayê dihatin darizandin hatine beraetkirin û kujer bi destê darazê hatine rizgarkirin. Tosûn destnîşan kir ku têkildarî windakirina Şakar de lêpirsînek karîger nehatiye destpêkirin û 29 sal in sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin û kujer bi zirxa bêcezahiştinê tên parastin.    Tosûn anî ziman ku ew di hefteya 907’emîn de carek din daxwaz dikin ku aqûbeta Erdogan Şakar bê zelalkirin û ji bo faîl û berpirsiyar bên cezakirin lêpirsînek karîger were destpêkirin û bûyer bê ronîkirin û edalet bicih were.