Sancar li Samandagiyê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin 2022-08-13 13:29:55   HATAY - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li navçeya Samandagi serdana esnafan kir û got: “Armanca me ew e ku em hemû hêzên demokrasiye bînin cem hev û vebijêrkek xurt biafirînin.”    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û şandeya ligel xwe li navçeya Samandagi ya Hatayê serdana esnafan kirin. Sancar û şandeyê li esnafên nêzî Parka Abdullah Comert geriyan û li hal û rewşa wan pirsîn. Gelek kes tev li serdanê bûn. Esnafan bi kêfxweşî Sancar pêşwazî kirin. Sancar li gel esnafan sohbet kir û li gilî û gazinên wan guhdar kir. Sancar kêliyek bi esnafan re bi erebî axivî û sohbet kir.    ‘DIVÊ EM ÎRADEYA XWE BIKIN YEK’    Sancar piştî serdana esnafan li Parka Abdullah Comert tev li hevdîtina gel bû. Sancar di hevdîtinê de axivî û destnîşan kir ku ew neçarin çavkaniyên ku îktidar xwe jê têr dike biguherînin û wiha got: “Heke em neguherînin, tenê wê nav biguherin û dem û dewran here û were. Divê êdî em vê dewranê ji vê pergala talanger rizgar bikin. Em dikarin vê jî bi îradeya gelan a hevpar û têkoşîna yekbûyî pêk bînin. Armanca me ew e ku em hemû hêzên demokrasiye bînin ba hev û vebijêrkek xurt biafirînin. Heke em vebijêrkek xurt pêşkêşî vê civakê nekin, wê serkeftin jî neyê. Lewma em neçarin fikr, hêz û îradeya xwe bikin yek. Em bi bawerin em ê vê bi ser bixînin. Tenê tiştek li holê maye ku ev îktidar xwe pê li ser pêya digire. Ew jî polîtîkayên şer e. Divê em bi her awayî li dijî şerê îktidarê ku li ser gelan ferz dike rawestînin û aştî, demokrasû azadiyê bînin.”    Sancar û şaneya pê re piştî Samandagi derbasî navçeya Antakyayê bû û dê serdana esnafan bike. Piştî serdanê jî dê Sancar bi nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî re bicive.