Deriyê sînor ku AKP 11 sal in propagandaya wê dike hêj nehatiye vekirin 2022-08-12 09:04:30 COLEMÊRG - Deriyê Sînor ê Ûmûrlû ku di sala 2011’an de li navçeya Rûbarokê dest bi xebatên çêkirina wê hatibû kirin û AKP di her hilbijartinê de propagandaya wî dike, tevî 11 sal derbas bûn jî hêj nehatiye vekirin.     Lijneya Wezîran a Tirkiyeyê di sala 2011’an de biryar da ku li navçeya Rûbarok a Colemêrgê ku li ser sînorê Herêma Federal a Kurdistanê dimîne, deriyê sînor were vekirin. Bi destpêkirina xebatan re jî navê "Deriyê Sînor ê Ûmûrlû" lê hat kirin. AKP’iyan jî di her serdema hilbijartinê de bi gotinên “xebatên wê dest pê kirin, dê di demekî nêz de vebe” propagandaya deriyê sînor kir. Lê tevî 11 sal derbas bûn jî ne xebat bi dawî bûn û ne jî deriyê sînor hate vekirin.    Li hêlekî deriyê sînor nehat vekirin û li hêla din jî bazirganiya li ser sînor ku xelkê herêmê debara xwe pê dike hate astengkirin. Şêniyên bajêr ên debara xwe bi bazirganiya li ser sînor dikin û bi pirsgirêkên aboriyê re rû bi rû dimînin, li sînor her tim bûn hedef. Tenê di nava 6 salan de herî kêm 13 kesên li ser sînor bazirganî dikirin ji aliyê leşkeran ve hatin kuştin.    PIŞTÎ ASTENGKIRINAN MIRIN ZÊDE BÛN    Sedat Demîr ê li Rûbarokê dikandariyê dike diyar kir ku dema li ser sînor bazirganî dikirin rewşa wan baş bû lê ji ber astengkirinan, dikanên wan li ber girtinê ne. Demîr, bi lêv kir ku ji ber nevekirina deriyê sînor rojên zehmet dijîn û wiha got: "Hema bêje her sal ciwanekî me ji ber li ser sînor bazirganiyê dike di encama gulebarana leşkeran a ji baregehan tê kuştin. Heke deriyê sînor vekirî be, kes xwe naavêje talûkeyê û wê demê mirin jî çênabin. Em bazirganiya li ser sînor ji bo keyfa dilê xwe nakin. Hemû kes hewl dide debara xwe bike. Lê her carê yan ciwanên me tên kuştin an jî bi kuştinê re rû bi rû dimînin. Heke deriyê sînor were vekirin dê pêşiya van jî were girtin.”   ASTENGIYA RANTÊ   Bi domdarî Demîr anî ziman ku yek ji sedema qeyrana aboriya li herêmê, nevekirina deriyê sînor e û bal kişand ser protokola di navbera waliyên demê yên Hewlêr û Colemêrgê û ev tişt anî ziman: "Protokol hatin îmzekirin lê ji ber sedemên cuda PDK nahêle derî vebe. PDK, ewlehiya rê dike hincet. Lê mesele ew e ku hin kesên girêdayî PDK’ê hewl didin rê û deriyê sînor li ser erdê wan were çêkirin. An ku herkes dibêje ku ji ber vê rantê derî nayê vekirin.”   RÊYA WAN 258 KÎLOMÎTROYAN DIRÊJ DIBE   Demîr, bi lêv kir ku di nava çend salên dawî de ji bo deriyê sînor gelek caran xebat hatine kirin û axaftina xwe wiha qedand: "Xebat her carê hatin sabotekirin. Em dixwazin demildest derî were vekirin. Dema şîn, dawet an tiştekî din çêbû em neçar dimînin ji Deriyê Sînor ê Uzumlu yê navçeya Çelê re derbas bibin ku 258 kîlomîtroyan ji me dûre. Di hatin û çûnê de em pirsgirêkan dijîn. Heke deriyê sînor vebe dê pirsgirêkên wisa dernekevin."