Polîsan bi ser avahiya ESP’ê de girtin: 21 kes hatin binçavkirin 2022-08-11 21:21:05   ÎZMÎR - Polîsan bi ser Rêxistina ESP’ê ya Îzmîrê ku xwest ji bo Ûlaş Alankûş ê di şerê li Agiriyê de jiyana xwe ji dest bîranînê bike de girtin. Di serdegirtinê de 21 kes hatin binçavkirin.    Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Îzmîrê xwest ji bo Ûlaş Alankûş ê di 8’ê tebaxe de li Agiriyê di şer de jiyana xwe ji dest da li avahiya partiya xwe bîranînekê bike. Polîsên ku beriya bîranînê bi ser avahiyê de girtin, hemû kesên tev li bîranînê bûn di GBT’ê re derbas kirin. Xizmekî girtiyan ê bertek nîşanî polîsan da ji ser hişê xwe çû, polîsan destûr neda ku ji bo tedawiyê ji avahiyê derxînin.    21 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Polîsan, tevî biryarek nîşan nedan jî gotin ku derbarê hemû kesên tev li bîranê bûne de biryara binçavkirinê heye. Polîsên ku gotin wê biryarê li qereqolê nîşan bidin, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îzmîrê Çinar Altan jî di nav de 21 kes binçav kirin.