Yûsûf Şahîn ê 75 salî hate girtin 2022-08-11 18:52:41   ÊLIH - Hevserokê HDP’a Bajaroka Kaniyahenê Sezgîn Yavûz û Yûsûf Şahîn ê 75 salî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Bajaroka Kaniyahenê Sezgîn Yavûz û Yûsûf Şahîn ê 75 salî ku di 9’ê tebaxê de li navçeya Hezoya Êlihê hatibûn binçavkirin, hatin girtin. Yavûz û Şahîn piştî îfadeyên wan ên li Fermandariya Cendermeyan a Bajêr îro anîn Edliyeya Êlihê. Yavûz û Şahîn ê piştî kirariyên dozgeriyê sewqî dadgehê hatin kirin, bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê.