Cenazeyê Mîngsar birin Qersê 2022-08-11 18:42:12   BATMAN - Cenazeyê endamê HPG’ê Erhan yê di şerê li gundê Simayilka yê navçeya Hezoyê jiyana xwe ji dest dabû, ji bo were veşartin ber bi Qersê ve bi rê ket.   Cenazeyê endamê HPG’ê Erhan Mîngsar ê di 8’ê tebaxê de di şerê li gundê Simayîlka yê navçeya Hezoya Êlihê de bi endamê HPG’ê Kemal Boral re jiyana xwe ji dest da radestî malbata wî hate kirin. Malbata Mîngsar ku cenazeyê kurê xwe yê piştî şerî rakiribûn morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê, teşhis kir.    Cenazeyê Mîngsar, piştî teşhîs kirine ji bo defin bikin ber bi Qersê ve birin.