Li Colemêrgê şerekî dijwar qewimî 2022-08-09 21:49:47 COLEMÊRG - Li bejahiya mezraya Anîtos a Colemêrgê di navbera endamên HPG'ê û leşkeran de şerekî dijwar qewimî. Li bejahiya mezraya Anîtos a girêdayî gundê Marûnis ê Colemêrgê, îro di saetên serê sibê de di navbera HPG’ê û artêşa tirk de şerekî dijwar diqewimî. Piştî pevçûnên dijwan ên li herêmên qewimîn, helîkopteran gelek qadên daristanê bombe baran kirin. Piştî pevçûnan bi wesayîtên zirxî û helîkopteran leşker sewqî herêmê hatin kirin.    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li qadên Çiyayê Bûsindî, Melûnan, Suwarê Bêriya û Çiyayê Berana yên girêdayîn mezrayên Anîtos û Kutos ên girêdayî gundê Marûnisê jî operasyona leşkerî hatiye destpêkirin û liv û tevgera helîkopteran berdewam dike.