Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn 2022-08-09 18:28:18 RIHA - Rojnamevan Huseyîn Denîz di salvegera 30’emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Berdevka MKGP’ê Roza Metîna ku di bîranînê de axivî, wiha got: “Em ê çûyîna xwe ya di rêya heqîqetê de bidomînin û pênûse wî li erdê nehêlin.”   Nivîskar û nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz ê di 9’ê Tebaxa 1992’yan de li navçeya Serêkaniya Rihayê li nava kolanê di encama êrişeke çekdarî de hate qetilkirin, di salvegera 30’emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Serêkaniyê hate bibîranîn. Hevjîna Denîz Adîle Denîz, xwişka wî Newroz Denîz, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu, Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat (DFG), Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Roza Metîna, rojnamevan Hakki Boltan, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê (MYD), rêxistinên HDP’ê yên Serêkanî û Rihayê û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn. Di bîranîna bi rêzgirtinê dest pê kir de kulîlk danîn ser gora Denîz.   Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizidamar ku di bîranînê de ewilî axivî wiha got: “Kevneşopiya çapemeniya azad berdewam dike. Di salên 1990’an de zext û tundî bi awayekî fizîkî hebûn lê niha jî bi girtinan berdewam dikin. Huseyîn Denîz bû rêber û her tim jî weke rêberekê rê nîşan da. Çapemeniya azad wê weke dengê gel berdewam bike. Em bi rêzdarî bi bîr tînin.”   ‘TU HÊZ NIKARIN DERKETINA RASTIYÊ YA HOLÊ ASTENG BIKE’   Dû re parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu ya mafê axaftinê girt, hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr anîn û wiha got: “Di salên 1990’an de bi dehan rojnamevan hatin qetilkirin. Xwestin dengê rastiyê bibirin û heqîqet dernekeve holê. Huseyîn Denîz mamosteyek, rojnamevanek û nivîskarek bû. Ji bo zimanê dayikê xebat meşandin. Ji bo ku rastî di tariyê de nemînin kirin. Ji ber vê yekê hêzên tarî ew hedef girtin. Niha bi dehan rojnamevan girtî ne. Herî dawî li Amedê 16 rojnamevan hatin girtin. Du meh derbas bûn lê hêj îdianame jî nîne ji ber ku di holê de sûc nîne. Zeynel Bûlût û Serdar Altan jî beşdarî bîranîna sala par îro hate kirin bûbûn lê niha ew jî girtî ne. Par wan gotibû îsal jî em ê bêjin ‘tu hêz nikarin derketina rastiyê ya holê asteng bikin’. Bi kuştin û girtinan nikarin bi me paş ve gavê bidin avêtin.”   ‘MIRINA DI OXIRA ARMANCEKE MEZIN DE HER TIM JIYAN E’   Xwişka Huseyîn Denîz Newroz Denîz jî diyar kir ku 73 rojnamevan hatin qetilkirin û wiha got: “17 hezar kiryarên nediyar hene. Hemû jî mirovên xwendevan ên paqij bûn. Yek ji wan jî bi nêrîna çavên wan qetilnekirin, hemû jî bi piştê ve hatin qetilkirin. Mirin adi oxira armanceke mezin e her tim jiyan e.”   ‘EM Ê PÊNÛSÊ WAN LI ERDÊ NEHÊLIN’   Berdevka MKGP’ê Roza Metîna jî wiha axivî: “Em li pêş têkoşîna hevalê Huseyîn bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Mûsa Anter, Gurbetellî Ersoz, Huseyîn Denîz ji bo ku serî netewandin hatin qetilkirin. Em weke rojnamevanên kurd di rêya wan de dimeşin. Çi bibe bila bibe em ê layiqî wan bibin. Em li dijî pergala yekperest her tim li ber xwe bidin. 16 hevalên me hatin girtin em hewl bidin layiqî wan bibin. Rojnamevaniyê ji bo polîtîkayên qirêj ên pergalê derxistin holê hedef hate girtin û hêj jî tê girtin. Em ê di rêya heqîqetê de meşa xwe bidomînin. Em ê pênûsê wan li erdê nehêlin.”   ‘EM NIHA ARTÊŞEKE MEDYAYÊ NE’   Bayram Balci ku dema Huseyîn Denîz hate qetilkirin Nûnerê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Herêmê bû û niha jî li Ewropayê sirgûnê dijî bi online tev li bernameyê bû û wiha got: “Dema em di sala 1991’an de li büroya Rihayê dixebitîn, me hev nas kir. Mamoste Huseyîn hevalekî me yê ne tenê bi mamostetiya xwe bi lêkolînên têkildarî dîroka kurdan jî dihate zanîn. Hevalên me dest bi qetilkirinê hatin kirin. Me ji bo Bûrhan Karadenîz dest bi nobetê kir û wê rojê em hîn bûn ku Huseyîn hate kuştin. Em wê demê çend kes bûn lê niha em artêşeke dewasa ne, artêşeke medyayê ne. Ev bi saya hevalên bedel dan çêbû. Kesên hatin kuştin hevalên min ên rojnamevan bûn. Hêj jî em pênûsê hevalên xwe dinivîsin. Em ê xeyalên wan pêk bînin. Em hemû şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî bi bîr tînin.”   Bîranîn piştî axaftinan bi dawî bû. Piştî bîranînê hevjîna Huseyîn Denîz Adîle Denîz pirtûka Denîz a bi navê “Gotinên Pêşiyên Kurdan” û kulîçeyên ku Huseyîn Denîz jê hez dikirin belavî beşdarvanên bîranî kirin.