Cenazeyê Alankûş ku polîsan revand hat veşartin 2022-08-09 16:53:18 STENBOL - Polîsan li Stenbolê êrişî merasîma cenazeyê Ûlaş Alankûş ê li Agiriyê di şer de jiyana xwe ji dest dabû kir û cenaze revandin. Cenaze di dorpêça polîsan de li Goristana Gazî ya Stenbolê hat veşartin.    Endamê Partiya Komunist Lenînist Marsîst (MLKP) û Tevgera Şoreşa Gelan a Yekbûyî (HBDK) Ûlaş Alankûş li Agiriyê di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê cenazeyê lawê xwe ji Agiriyê bir taxa Gazî ya Stenbolê û li Cemxaneya Gaziyê merasim hat lidarxistin. Polîsan cenaze ji girseyê û malbatê revand û destûr neda merasîm bê lidarxistin.    Polîsan bi darê zorê cenaze bir Goristana Gaziyê. Di vê navberê de polîsan girseya li ber cemxaneyê jî dorpêç kir. Parêzer û girseyê nerazîbûn nîşanî dorpêç û kirina polîsan dan. Polîsan diyar kir ku ew li ser daxwaza walîtiyê destûr nadin merasîma cenaze û merasîmê asteng kir.    10 KES HATIN BINÇAVKIRIN    Girseya ku di demek dirêj di dorpêça polîsan de ma ji bo bîranîna Alankûş dirûşm berz kirin û hêrsa xwe li dijî polîsan anîn ziman. Polîsan mudaxileyî girseyê kir û Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu û Hevserokê HDP’a Bajêr a Îzmîrê  Çinar Altan jî di nav de 10 kesan bi lêdanê û tundiyê kirin binçavan.    ‘CENAZE REVANDIN’    Girseyê bertek nîşanî binçavkirina hevalên xwe dan û gotin: “Gelê kedkar ê Gaziyê, me xwest em cenazeyê veşerêin. Lê em bi zîhniyeta ku nehiştin em marsîma cenaze li dar bixin re rûbirû ne. Cenazeyên me revandin.” Xelkê derdorê jî bi çepikan piştgiriyê da  girseyê.    MEŞ HAT LIDARXISTIN    Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî di nav de gelek kes çûn ber goristanê lê polîsan ew dorpêç kir û nehiştin tev li veşartina cenaze bibin. Ji ber astengkirin û dorpêça polîsan cenaze ji aliyê ferdên malbatê ve hat veşartin.    Piştî cenaze hat veşartin, girse heta cemxaneyê meş li dar xist. Li ber cemxaneyê polîsan dîsa êrişî girseyê û rojnamevanan kir û li gelek kesan dan. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Musa Pîroglû berteka tund nîşanî polîsan da.