OHD: Bila Aysel Tûglûk tavilê bê berdan 2022-08-09 16:34:11 MÊRSÎN - Komîsyona Jinan a OHD’a Mêrsînê diyar kir ku “tundiya derûnî” li Aysel Tûglûk hatiye sepandin û xwest demildest were berdan.    Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Mêrsînê têkildarî rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk a li girtîgehê nexweş e li avahiya komeleya xwe daxuyanî da. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê Bedriye Kûş, rêveberên Komeleya Jinan a Mîmoza û Komeleya Jinan a Gunebakan tev li daxuyaniyê bûn.    ‘TUNDIYÊ LI TÛGLÛK DIKIN’    Endama Komîsyona Jinan a OHD’ê parêzer Fîgen Alp daxuyanî da û diyar kir ku parêzerên Tûglûk ji bo miwekîla wan bê berdan gelek serlêdanan û hewldanan kirine û tevî vê yekê jî berdana wê tê astengkirin. Alp da zanîn ku heyeta dadgehê ya Doza Kobanê bi israr îfadeya Tûglûk girtiye û got: “Aysel Tûglûk a ku parezerê xwe bi zorê nas dike, bi darê zorê parastin pê dane kirin û tundiya derûnî lê hatiye sepandin. Her çiqas ji Doza Kobanê biryara berdana Tûglûk hat dayîn jî lê ji dozek din nehat berdan. Daraz tevî vê nexweşiya giran jî berdana Tûglûk asteng dike. Daraz û Saziya Tiba Edlî ku biryara berdana Çevîk Bîr ê ji doza 28’ê Sibatê girtîbû dan, lê heman biryarê ji bo Tûglûk nadin. Ev jî dide nîşandan ku daraz û Saziya Tiba Edlî çiqas ketine bin kontrola siyaseta îktidarê. Divê cihêkarî li Tûglûk neyê kirin û demildest biryara berdana wê û taloqkirina cezayê wê bê dayîn.”