Atmaca ku dihat îdiakirin li girtîgehê întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da 2022-08-09 14:19:02 ÊLIH - Girtiyê bi navê Taner Atmaca ku dihat îdiakirin du roj piştî girtinê întîhar kiriye, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Welatiyê bi navê Taner Atmaca (25) di 27’ê tîrmehê de hate girtin û li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê dihat ragirtin. Hat îdiakirin ku Atmaca du roj piştî girtina xwe anku di 29’ê tîrmehê de întîhar kiriye û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Hat zanîn ku Atmaca şevê din jiyana xwe ji dest da. Piştî kar û barên otopsiyê, cenazeyê Atmaca radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê Atmanca di saetên şevê de li goristana Girbereşk a Êlihê hate definkirin.    ÇI BÛBÛ?   Welatiyê bi navê Taner Atmaca di 27’ê tîrmehê de bi sedema bûyereke edlî hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê. Hat îdiakirin ku Atmaca di 29’ê tîrmehê de hewl da xwe bikuje. Rêveberiya girtîgehê 2 roj piştî bûyerê li malbata Atmaca geriya û jê re got ku întîhar kiriye. Atmaca li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê di beşa venihêrîna awarte dihat tedawîkirin. Malbata Atmaca li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê giliyê rêveberiya girtîgehê kir. Malbatê xwest ku dîmenên bûyerê ji wan re bên şandin lê ev daxwaza wan hate redkirin.