Li Mêrsîne Aram Tigran bi stranan hate bibîranîn 2022-08-08 21:34:52   MÊRSÎN - Aram Tigran di salvegera mirina xwe ya 13’emîn de li Komeleya Çand û Hunerê ya Sanatolia ya Mêrsînê bi stranan hate bibîranîn.    Aram Tigran di salvegera mirina xwe ya 13’emîn de li Komeleya Çand û Hunerê ya Sanatolia ya Mêrsînê bi bernameyekê hate bibîranîn. Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kûş, Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê û gelek kes beşdarî bernameya bîranînê bûn. Di bernameyê de wêneyên dengbêjên jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Di bernameya ku bi rêzgirtinê dest pê kir de jiyana Aram Tigran hate vegotin. Dû re Emîn Aksû ji bo bîranîna Tigran helbest xwend.    Hunermend Kadîr Çat ê di bernameyê de axivî, diyar kir ku weke her hunermendê kurd di rêya wî de diçin û got: “Dengê wî dengê welat e, axa wî axa welat e. Em bi stran û muzîkên wî ruhê wî şad bikin. Em Mamoste Aram Tigran bi rêzdarî bi bîr tînin.”   Piştî axaftinan Kadît Çat û Mehmet Aykût, stranên Aram Tigran gotin, beşdarvanan jî bi wan re stran gotin. Bername bi çepikan bi dawî bû.